Senema ji dibistanê dur xistin: Ez li cem gelê Kurdim
12:10
JINHA
DENÎZLÎ –Têkildarî 4 xwendekarên li Zanîngeha Pamukkaleyê ya Denîzliyê dixwînin de bi hinceta ku beşdarî daxuyaniya çepameniyê bûne lêpirsîn hat vekirin û beyî lêpirsîn bi encam bibe ji aliyê rêveberiya zanîngehê ve salek cezayê ji dibistanê durxistinê hat dayîn. Xwendekara bi navê Senem Yilmaz ku ceza girt, diyar kir ku ew li dijî zextan serî natewînin û got: “Ez bi nasnameya xwe ya Tirk wê piştgiriya xwe ya ji bo têkoşîna mafdar a gelê Kurd bidomînim.”
Xwendekarên Zanîngeha Pamukklayê ya Denîzliyê di 11’ê Nîsana 2015’an qetilkirina hestiran ji aliyê leşkeran ve ya li Roboskê û desteserkirina du jinan a li Sêrtê ku rastî êrîşa zayendî hatin hiştin, protesto kirin. Piştre têkildarî xwendekaran de ji aliyê dozgeriya komarê ya Denîzliyê ve lêpirsîn hat destpêkirin. Rêveberiya zanîngehê ku li bende encama lêpirsînê bû, biryara jidurxistina dibistanê ya 4 xwendekaran da.
Li gorî nûçeya di DÎHA’yê de cih girtiye , xwendekara Mamostetiya Zanistên Civakî ya pola 3’emîn Senem Yilmaz diyar kiriye ku tevî ku lêpirsînê berdewam dikir jî ji aliyê rektoriyê ve ji dibistanê hatine durxistin.
Senem li ser şerê ji aliyê AKP û qesrê ve li Kurdistanê tê meşandin sekinî û got: “Armanc tirsandin û çewisandine. Lê ez li dijî vê hevkariya midûriyet û rektoriyê serî natewînim û ezê li pey rastiyan biçim. Ezê bi nasnameya xwe ya Tirk piştgiriyê bidim têkoşîna mafdar a gelê Kurd.”
‘Ti ji Muglayê ye çi karê te di nav Kurdan de heye’
Senemê got mamosteyên dibistanê her tim zext li wan kiriye û got: “Mamosteyên zanîngehê ji min re gotin ‘Ti ji Muglayê ye çi karê de din ava Kurdan de heye’ û zext li ser min kir. Li ser bavê min yê li Aydinê esnafiyê dike jî zext kirin û kesên ku em nizanin kîne li bavê min geriyane û gotine ‘Keça te bi Kurdan re digere. Wê keça te bibin çiyan.’
Senemê bi lêv kir ku ji bo betalkirina biryarê wê serî li rêyên qanûnî bide.
(sy\hu)