Cejina Reşaş a Aşûriyan li Til Temir hat pîroz kirin
12:12
JINHA
TILTEMIR- Asûriyan Cejna Reşaş pîroz kirin.
Bi wesîleya Cejna Reşaş a avreşandinê ya Asûriyan di 3'ê yê tîrmehê de bi sedan welatiyên asûrîyên bajarê Til Temirê li salona Dêrabajar pîroz kirin. Zingilên dêrê berî destpêkirina merasîmên cejinê lêdan, paşê merasîmên olî bi vê boneyê hatin destpêkirin.
Di merasîma Cejinê de ji hêla Berpirsyarê Dêrê Baxos Îşiya ve sirûdên olî hatin xwendin. Baxos li ser giringiya cejnê wiha axvî: "Divê gelê me yê xiristiyan bedena xwe ji gunehan bişo û bipqijî jiyaneke nû ava bikin.”
Piştî axaftinan Welatiyan berêxwe dan Qes û Şemas, nan û şerbet ji wan wergiritin. Paşê jî av li hev reşandin.
(ja/hs)