Jinên Kantona Efrînê zêdebuna kuştinên jinan nîqaş kirin
12:26
JINHA
EFRÎN - Rêxistin û saziyên Jinan li Navenda Kongreya Star a Kantonê, civînek li dar xistin û li ser rewşa jinan bi taybet jî kuştina jinan sekinîn.
Bi tevlîbûna tevahiya Rêxistin û saziyên jinan a Kantona Efrînê Asayîşa Jinê, Rêxstina Mafên Mirovan, Rêxistina Sara, Navenda Lêkolîna Stratejîk, baskê jinê yê PYD'ê û Weqfa Jina Azad a Rojava li Navenda Kongreya Star civînek di derbarê rewşa jinan a li herêmê de hate çêkirin. Di civînê de kuştina jinan mijara sereke ya nîqaşê bû. Hate diyarkirin di sê mehên derbasbûyî de 10 jin bi sedemên cuda hatine qetilkirin.
Di civînê de endama rêvebiriya PYD'ê Necîde Minla Reşîd di axaftina xwe de rexne li sazî û rêxistinên jinan kir û diyar kir ji vê rewşê divê ew jî xwe berpirs bibînin û got: "Ruxmî ev çend rêxistinên jinan haye jî hîna mêr dest ji nêzîkatiyên xwe yên zayendperest ber nadin. Li beramberî vê hewce ye em plansaziyeke nû ji bo perwerdeya civakê bi taybet ya zilaman destnîşan bikin."
Seroka Desteya Jinê a Kantona Efrînê Fatma Likto jî xwest ku zilam li ser pênaseya rastî ya dîroka jinê werin perwerdekirin û got: “Ji ber desthilatdariya ku zilam li ser jinê dimeşîne li ser kesayeta jinê tehekûm çêdike. Lewma em zilam bi perwerde biguhertin û fêrî jiyana hevbeş bikin. rola jinê di civakê de bidin pêş."
Endama Navenda Lêkolînên Stratejîk Bêrîvan Hemo jî ji bo kuştina 10 jinên di nav 3'ê mehan de axivî û ji bo xeteriya zêdebûna vê rewşê jî wiha axivî: “Ev jin bi rêbaz û sedemên cuda hatin kuştin, piranî jî di bin navê namûsê de hatine kuştin. Divê ev rewş werin lêkolînkirin û suçdar jî werin darizandin."
(fr)