Dema binçavkirina Nûçegihana DÎHA yê Şerîfe hat dirêjkirin

14:03

JINHA

ÊLIH – Dema binçavkirina nûçegîhana DÎHA yê Şerîfe Oruç a ku dema nûçe dişopand bi 2 kesan re hat binçavkirin, dirêjkirin.

Nûçegîhana DÎHA yê Şerîfe Oruç dema duh li Êlihê nûçe dişopand, li ser Kolana Kibrisê bi du kesên bi navê Emrullah Oruç û Muzaffer Tunc çe hatibû binçavkirin û ew biribûn Midûryeta Polîsan a TEM'ê.

3 kesên bi îdiaya "der barê wan de îxbar heye" hatin binçavkirin, hat gotin bi hincetên wekî "alîkarî dane rêxistinê" hatine ragirtin. Hêj îfadeya wan nehatiye girtin, ji hêla dozgeriyê ve dema binçavkirina wan 24 saetan hat dirêjkirin.

Parêzerên ku karûbarên li TEM'ê dişopînin, dan zanîn ku dê di saetên êvarê de dest bi karên îfadeyê bên kirin.

(zt)