Jinên xizmên xwe winda kirine: Hurşît Kulter li ku derê ye?
14:18
JINHA
NAVEND NUÇEYAN- Platfoma Hiş a Civakî ku ji 28 malbatên kesên di kuştinên siyasî de jiyana xwe ji dest dane hatiya avakirin, got ‘Bila kuştinên din yên siyasî pêk neyên’ û guh êvarê bi komî gotin ‘Hurşît Kulter li ku ye?’
Rêveberê DBP’a Şirnexê di 27’ê Gulanê de hat binçavkirin û têkildarî wî de ti agahî nehat dayîn. Ev 39 rojin agahî ji Hurşît Kulter nayê girtin.
Windakirinên di binçavan de yên ji salên 80’ê destpêkir , di salên 90’î de bû wek polîtîkaya dewletê û heta salên 2000’î berdewam kir. Li gorî daneyên rêxistinên mafên mrovan di navbera 1980-2005’an de hezar û 352 kes piranî li herêmên OHAL lê heye ji aliyê sazî û kesên dewletê ve hatin binçavkirin û windakirin.
Platfroma Hiş a Civakî Pirsî
Li Tirkiye û Kurdistanê bi taybet di salên 80-90’î de gelek cînayetên siyasî hatin jiyîn. 28 malbatên ku xizmên xwe di cînayetên siyasî de winda kirine Platforma Hiş a Civakî ava kirin û duh êvarê bi komî gotin ‘Hurşît Kulter li ku ye?’
‘Bila cînayetên din pêk neyên’
Malbatên Sabahattîn Alî k udi 2’ê Nîsana 1948’an de hat qetilkirin, Musa Anter yê di 20’ê îlona 1992’an de hat qetiklirin, Metîn Altinok yê di Otela Madimaqê de di 1993’an de hat qetilkirin, Metîn Goktepeyê di 8’ê Çileyê 1996’an de hat windakirin aqûbeta Hurşît Kulter wiha pirsîn:
* Alaz Erdost: Ez keça Îlhan Erdost yê li girtîgeha Leşkerî ya Mamakê hat kuştinim. Ji bo cînayetên siyasî yên din neyên jiyîn ez dipirsim:# Hurşît Kulter li ku ye?
* Eren Aysan: Ez wek keça helbestvan Behçet Aysan ku şewitandin û kuştin, ji bo cînayetên siyasî neyên jiyîn dibêjim :# Hurşît Kulter li Kuye?
* Zeynep Altıok: Ez keça Metîn Altinok yê li Sêwasê hat qetilkirinê me. Ji bo cînayetên siyasî neyên jiyîn dipirsim: #HurşîtKulter li ku ye?
* Alev Ozguner:Ez keça Dr. Sevînç Ozguner k udi 23’ê Gulana 1980’ê de hat kuştinê ne me. Ji bo cînayetên din yên siyasî pêk neyê dipirsim#HurşîtKulter li ku ye?
* Fîlîz Alî: Ez wek keça Sabahattîn Alî dipirisim: #HurşîtKullter li ku ye?
* Macîde Ocak: Em malbata Hasan Ocakin. Tehemula me ji bo windahiyek din tine.Deng bidin Kerîme Kulterê #HurşitKulter li ku ye?
* Aylîn Tekîner: Ez keça Zekîn Tekîner ku êrîşê cenazeya wî kirine, me. Ji bo cînayetên din neyên jiyîn dipirsim:#HurşitKulter li ku ye?
* Canan Kaftancioglu: Em malbata Umît Kaftancioglu ne. Ji bo cinayetên din neyên jiyîn dibêjin: #HurşîtKulter li ku ye?
* Meryem Goktepe: Ez xwişka Metîn Goktepe ji bo cînayetên din neyên jiyîn dipirsim:#HurşîtKulter li ku ye?
(sy\hu)