Nûçegihana DÎHA yê Şerîfe Oruç hat girtin

08:42

JINHA

ÊLÎH - Nûçegîhana DÎHA yê Şerîfe Oruç ku li gel 2 kesên din hat binçavkirin hat girtin. Şerîfe di bin çavan de rastî îşkence û lêgerîna tazî hat.

Nûçegîhana Ajansa Dîcle (DÎHA) yê Şerîfe Oruç, dema li Êlihê nûçe dişopand li gel Emrullah Oruç û Muzaffer Tunç hatin binçavkirin. Piştî lêpirsîna midûriyeta polîsan sewqî dozgeriyê hat kirin. Şerîfe û 2 kesên din bi îdîaya “endamtiya rêxistinê" bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kir. Her çend Şerîfe diyar kir ku rojnameger e jî li gel 2 kesên li gel wê bi heman îdîayê ji aliyê dadger ve hatin girtin û şandin girtîgeha Tîpa M a Êlihê.

Şerîfe li midûriyeta polîsan rasti lêgerîna tazî û îşkenceyê hat.

(zt)