Ji bo xewna Fermandar Ebû Leyîla du bira ketine rê

09:05

Zehîde Ehmed-Denîz Yaşîlyurt/JINHA

MINBIC - Du birayên di nava Yekîneyên Şems El Şemal de cihê xwe digirin gotin: "Em ê xewna Fermandarê xwe Feysel Ebû Leyla pêkbînin û xaka xwe ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar bikin."

Di nava operasona Fermandar Feysel Ebû Leyla de du bira Elî Slo û Îz El Dîn Slo cihê xwe di nava Yekîneya Şems El Şemal de digirin. Her dû biryan soz dane ku ew ê li ser şopa Fermandarê xwe Feyîsel Ebû Leyîla bimeşin û di çeperên herî pêş de ji bo rizgarkirina Minbicê li dijî çeteyan şer bikin.

Elî Slo (21) ji bajarê Minbicê wiha qala tevlîbûna xwe ya nava operasonê kir: "Berî 2014'an ez û birayê xwe li Tirkiyê bûn. Dema ku DAÎŞ derbasî xaka me bû, me wêne û dîmenên kuştin û serjêkiirna zarok û sivîlan dît, me di 2014'an de biryar da ku em ji Tirkiyê vegerin û ji bo parastina gelê xwe li dijî çeteyên DAÎŞ şer bikin. Em tevlî Yekîneya Şems El Şemal bûn. Ez û birayê xwe wekî hevalan di çeperên şer de bi hev re ne."

Elî da zanin ku ew gelek kêfxweşe derbasî Minbicêbûye û wiha domand: "Em gihiştin Minbicê, ev yek jî xewna me û fermandarê me Ebû Leyîla bû. Bila Feyîsel Ebû Leyîla bizane ku me armanca wî pêk anî û em li ser şopa wî dimeşin. Me hêzek pir mezin jê girt, em ê ji bo pêkanîna hemû xewnên wî jî heya dawiyê têbikoşin."

Birayê din Iz El Dîn jî wiha got: "Min gelek perwerdeyên leşkerî û bîrdozî bi qasî çar mehan li Kobanê dîtine. Min di gelek hemleyên mîna hemleya Sirîn, Girê Spî, Şedadê, Holê û hemleya Feyîsel Ebû Leyîla de jî cihê xwe girtiye. Armanca min, birayê min û bavê min ji tevlîbûnê ew e ku em welatê xwe rizgar bikin û xelkên koçber vegerînin malên wan. Em ê heya dawiyê şer bikin da ku em DAÎŞ ji xaka xwe derxînin û xewna Fermandarê xwe pêk bînin. Ez pir kêfxweşim bi dîtina Minbicê."

(hs/zt)