Jinên Hesekê: Em li pişt hêza Asayişê, li berxwe bidin
09:06
Ebîr Ehmed/JINHA
HESEKÊ - Hêzên rejîma Bees êrîşî hêzên Asayişa bajar kirin û şer derket. Jinên bajar êrîşa hêzên rejîmê nirxandin û wek derxistina aloziyê bi nav kirin.
Hêzên rejîma Bees û çekdarên girêdayî wan ên bi navê Muqeneîn, li nêzî Qehweya Havana ya li navenda Sûka Hesekê êrîşî dewriyeya hêzên Asayîşa Gel kirin. Şer û pevçûn li kolana Qamişlo, li nêzî navenda Sporê ya taxa Mesakin, derdora Stadyoma Tirênê, Kolana Semara û nêzî navenda Partiya Bees, sûka bajar û taxa Neşwa Şerqî belav bû. Di pevçûnan de 7 leşkerên rejîmê hatin kuştin û li gor agahiya ku Fermandarên Asyişa Giştî diyar kirine endamekî hêzên Asayîşê û endamên Hêzên Parastina Civakî jiyana xwe ji dest dan û 3 endamên Asayîşê tevî welatiyekî sivîl birîndar bûne. Jinên bajar piştgiriya xwe ji bo hêzên Asayişê diyar kirin û dan zanîn ku rejîma Bees bi şer û pevçûnan dixwazin alzoyê li herêmê derxin.
Welatiya bi navê Şehnaz Hesen Hisên di vê barê de got: "Rejîma Bees bi vê kiryara xwe dixwaze tevlihevî û aloziyê derxîne. Beriya cejna Remezanê ye û wiha dikin ku gel ji malên xwe birevin û vir biterikînin. Em dest ji axa xwe bernadin. Emê heya dawiyê bi hêzên xwe yên parastinê re bin û erdê xwe ber nadin."
Lema Osê jî got: "Duh seat 9:30 deqîqeyan li vir şer dest pêkir. rejîma Bees ji DAIŞ xirabtir kir, beriya cejnê êrîş kir û şer derxist. Êrîş gelên sivîl kirin."
Seroka Meclîsa Gel a Taxa Miftî, Evîn Elî jî nêrînên xwe wiha anî ziman: "Ez êrîşa çeteyên rejîmê şermezar dikim. Bi çekên herî giran êrîşê gel kirin. Ez wan lenet dikim. Kurd parastina xwe û axa xwe dike û kes nikare gelê me bişkêne. Em li pitş hêzên xwe yên Asayişê ne."
(hs/zt)