Jinên Aşûrî cejna remezanê bi hêviya aştiyê pîroz kirin
09:07
Sorgul Şêxo/JINHA
TIL TEMIR- Jinên aşûrî yên bajarê Til Temir cejna remezanê li hemû gelê Misliman pîroz kirin û gotin: "Tu ferq û cûdahî di navbera pêkhateyan de, bi taybet di navbera olan de nîne, em bi hev re wek xwîşk û bira dijîn."
Bi nêzîkbûna cejna Remezanê re, hêviyên ji bo aştî, wekhevî û biratiya gelan jî zêdetir dibe. Jinên Aşûrî nêrînên xwe di derbarê cejnê de anin ziman û gotin: "Tu ferq û cûdahî di navbera gelan de nîne û em bi hev re bi yek ruh û hest cejnê dijîn."
Madlên Şemûn wiha axivî: "Em bi hêvî ne ku ev cejin bi kêfxweşî û aramî derbas bibe. Em hêvî dikin tişteke nexweş ku zirarê bide gel çênebe, ez ji gelê Aşûrî re dibêjim xweziya vegeriyana Rojava û bidîtana ku em çawa cejnên xwe hevbeş û bi hev re di nav rehetî û aştî derbas dikin. Tu ferq û cûdahî di navbera me wek gelê Kurd an jî Aşûrî tune ye. Ez daxwaz dikim ev herêm û bi giştî Sûriye bigihîje aştî, wekhevî û aramiya mayînde û em li vir bibin mînaka jiyana hevbeş ji hemû cîhanê re."
Narîman Hena jî da zanîn ku ew weke gel bi aramî dikarin bi hev re bijîn û wiha domand: "Em hêvî dikin ev cejın bi aramî derbas bibe. Li Rojava her kes bi ol, deng û regê xwe dijî. Tu kes ola xwe li ser ya gelê din ferz nake. Li Rojava mînaka jiyana hevbeş li holê ye. Her kes ji yên pêşberî xwe hez dike. Ger tiştek bi komekê were, em hemû ji hev re dibin alîkar. Kes nabêje ev Kurd e, an jî Erebe, yan Aşûrî ye. Em tev bi hev re axa xwe, rûmeta xwe diparêzên.Tişta herî sereke ew e ku biratiya gelan li Rojava bi rengekî pir berçav tê jiyîn. Ez dubare cejna Remezanê pîroz dikim."
(hs/zt)