'Armanc avakirina civakeke tendûrust û saxlem e'
09:10
Sorgul Şêxo/JINHA
TIL TEMIR - Navenda Tendûrustiyê ya girêdayî Heyva Sor a Kurdistanê di rewşa bilindbûna pileya germaya ji gel re xizmeteke berfireh a tendûrustiyê dide.
Di sala borî de Navenda Heyva Sor a Kurdistanê li bajarê Til Temir ê Kantona Cizîrê bi alîkariya Komeleya Xêrê (Cemiyeya Xeyrî) ya Aşûriyan navendeke Tandrusiyê vekirin. Li navendê xebatkarên Kurd, Ereb û Aşûrî cih digrin. Rêvebira Navendê Fatma Silêman derbarê xebatên navendê de agahî da û got: "Di navbera 3'ê mehan de bi giştî 2.841 nexweş hatine dermankirin."
Fatma da zanîn ku navenda wan ji seata 08:00'an pêve dest bi xizmeta tendûrustiyê ji gel re dike û di van rojên germayê de serlêdanên gel pir zêde bûye û wiha berdewam kir: "Em bi awayeke bê pere, gelê xwe derman dikin. Ji ber rewşa gel di aliyê aborî de baş nîne. Em ji wan re derman jî didin. Rojane nexweşên ku serdana navendê dikin carna digihîje 70'ê nexweşî. Li gor nexweşiyên wan jî têne muayenekirin. Di vê demê de piranî jî nexweşiya şewbê derketiye. Dîsa ji ber zêdebûna germayê nexweşên şekir û dil jî zehemtî dikişin. Kesên nexweş jî herî zêde zarok û yên kal-pîr in. Em ji gelê xwe dixwazin ku li beramberî germayê bi qasî bikarin tedbîr bigrin. Li jêr tavê nemînin û pir avê vexwin."
Jina nexweş ku serdana navendê kiriye, Hediye Mele Hesen jî anî ziman ku Navenda Tendûrustiyê ya Heyva Sor a Kurdistanê ji wan re alîkar dibe ku bikaribin nexweşiyên xwe derman bikin û wiha got: "Em zarokên xwe jî tînin û bi hişyarî xizmeta me tê kirin. serkeftinê ji hemû hevalên xwe yên di navendê de kar dikin, dixwazin. Birastî xizmeteke baş dikin."
(hs/zt)