Li Sêwasê gumana gora komî!

10:18

Ceren Karlıdag/ JINHA

SÊWAS – Li gundê Topulyurt ê ku tê texmînkirin cihê bicîhbûna ermeniyanbûye hestiyên bi komî hatine veşartin derketin holê.

Di rojên derbasbûyî de li gundê Topulyurt ê navçeya Yildizeliya Sêwasê xebatên rêya hesin hatin despêkirin. Dema ku rêya tirenê ya berê rakirin, di bin erdê de gelek hesti derketin. Welatiyan diyar kirin ku hestiyên derketin dişibin hestiyên bedena mirovan. Girêdayî mijarê ti xebat nehatine despêkirin.

Tê texmînkirin ku gundê Topluyurt berê yê ermeniyanbûye, heta bi navê “Vartan” ku wateya wê gul dayîne herêmek heye. Li deverek wiha derketina hestiyan balkêşe.

Gundiyên li heman gundi dijîn dan zanîn ku texminên ermenî û gelên cuda li vî gundî jiyan kirî hene, lê ti agahiyên şînber nine. Gundiyan bilêv kirin ku komî dîtina hestiyan gumana “gora komî” zêde dike. Her wiha gundiyan anîn ziman ku rêya trenê ya kevin di sala 1920’an de hatiye çêkirin, li gori di bin de hestiyên komî hatine dîtin wêdemê dibe ku ew hestî ayîdê mirovên di komkujiya sala 1915’an be.


(zt)