Vedat Aydin hat bîranîn
11:12
JINHA
AMED - Serokê Partiya Keda Gelan yê Amedê û parazvanê mafên mirovan Vedat Aydin ku ji aliyê JÎTEM'ê ve hat binçavkirin û qetilkirin li ser gora xwe hat bibîranîn.
Serokê Partiya Keda Gelan (HEP) yê Amedê û parazvanê mafê mirovan Vedat Aydin ku di 5'ê Tîrmeha 1991'an de ji aliyê JÎTEM'ê ve hat revandin û hat qetilkirin li gora xwe ya Deriyê Mêrdîn a Sûrê bi girseyî hat bibîranîn. Di bîranînê de malbata Aydin, Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel, wekilên HDP'ê Hevşaredarên Amedê û gelek welatî amade bûn. Girsê li ser gorê rêz girt û piştre axaftin hatin hatin kirin.
Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel, diyar kir ku ji bo azadiyê bi salan e têdikoşin û gelek bedelên mezin dan. Sebahat, anî ziman ku Vedat Aydin hem parazvanê mafê mirovan û hem jî parazvanê gelan bû û 25 sal berê hat qetilkirin. Sebahat, da zanîn ku têkoşîna Aydin îro li Sûr, Nisêbîn, Cizîr, Şirnex û Geverê berdewam dike.
Piştî axaftinê girsê qurnefil danîn ser gora Vedat Aydin û dua xwendin.
(zt)