Kerîme Kulter: Roja ez giham kurê xwe cejna min e

11:22

JINHA

ŞIRNEX - Dayika Hurşit Kulter ê 40 roj berê ji aliyê tîmên taybet ve hat binçavkirin û hêj agahî jê nayê girtin Kerîme Kulter diyar kir ku ew kengî bigeje kurê xwe, wê rojê ji bo wê cejn e.

Rêveberê DBP'ê yê Şirnexê Hurşit Kulter ku 40 rojin agahî jê nayê girtin, Kerîme Kulter, bi minasebeta Cejna Remezanê qala kurê xwe kir û diyar kir ku 40 rojin agahî ji kurê wê nayê girtin.

Kerîme da zanîn ku kengê ew bigihe kurê xwe wê rojê cejna wê ye û got: "Ez nikarim bêjim ji bo min cejn e. Kengî ez bigêjim kurê xwe û ez kurê xwe bibînim ji bo min wê rojê cejn e. Heta ku ez Hurtîşê xwe nebînim aramiya min çênabe. Ji bo min îsal tu wate û tama cejnê tune ye. Sala par hemû zarokên min û Hurşît li dora min bûn. Ez bêyî Hurşît nikarin li cejnê bifikirim. Min nexwest di cejnê de cilan li xwe bikim û serê xwe bişom. Min bi zorak zarokên xwe serê xwe şuşt. Ji min re bihêlin ez cilê nû li xwe nakim. 40 rojin di nava êşê de dijîm.

Çav û guhê min li agahiyek nû ya der barê Hurşit de ye. Ez dixwazim êdî agahiyek der barê wî de ji min re bê. Kesên ku vê êşê bi min didin jiyandin piçek rahm û eş di dile wan de hebe dê kurê min nîşanî min bidin. Mirî ango sax bila kurê min bidin min. Ez bi şev û roj difikirim gelo Hurşît li ku ye. Çima ev tişt anîn serê min û kurê min. Kurê min çi kiribû ji wan. Her dem çav û guhê min li derî û agahiyek nû ye.

Ez dê ji niha û şûnde hem ji bo xwe û hem jî ji bo Hurşît heta dawî têbikoşim û ez dest ji vê dozê bernadim.”

(zt)