‘Bila kes li benda derketina me ya ji Licê nebe emê li ber xwe bidin’

12:06

Beritan Canozer-Medine Mamedoglu/JINHA

AMED – Di operasona leşkeriya bi rojan li Licê berdewam kir de herî zêde jinan ziyan ditin. Jinên hem ziyana fîzîkî hem jî derunî dîtin li gel hemu zoriyan jî ser lingê xwe disekinin. Ji jinên Licê Fatma Ceylan got: “Bila kes ji me nexwaze em gundê xwe biterikînin. Heya dawiyê emê li vêderê ber xwe bidin.”

Di çarçova operasona leşkeriya bi qedexekirina derketina kolanan li gelek gund û mezrayên navçeya Lice ya Amedê despêkirî û 14 rojan berdewam kirî de gelek daristan, sewal, gund û malan ziyan dîtin. Hêzên dewletê yên bi hinceta operasona esrarê ketin gundan politikaya helandinê didin meşandin. Berxwedana welatiyên Licê li hember hêzên dewletê yên dixwazin Licê bê mirov bihêlin berdewam dike. Gelê Licê yê serî li hemberi ti tindiyan netewandiye, dê ji niha û şona de jî gundê xwe neterikinin. Fatma Ceylan (42) a li gundê Derxusê dijî di operasonê de tiştên jiyan kirî û dîtî vegot. Jinên gundê Derxusê diyar kirin ku wan salên 90’an ji jiyan kirine, ji wê demê heya niha tiştek nehatiye guhertin.

'Bila kes li bendê nebe ku em gundê xwe biterikinin'

Fatma destnişan kir ku leşker bi hinceta ‘operasona esrarê’ ketin herêma wan, agir bi hemu daristanên wan xistin û wiha domand: “Bila kes li bendê nebe em gundê xwe berdin. Hatin ketin gundê me, bax û bistanên me şewitandin. Bi zilikek şixatê agir bi keda me ya salan xistin. Ji bo em vê derê biterikînin vê li me dikin, lê emê desturê nedin wan. Di salên 90’an de ji hatin ketin gundê me û êrîşî me kirin. Jin di nava gund de tazî kirin, mêr tehdîd kirin û digotin: ‘Ger hun cihê gerila nebêjin, emê li ber çavê we tecawizi zarok, xwişk û dayikên we bikin.’ Ji bo bipeyîvin mêr îskence dikirin. Wê demê di wan şertan de jî me axa xwe ne terikand, emê iro jî ne terikînin.”

'Me ji PKK'ê ziyan neditiye'

Fatma bilêv kir ku di pêvajoya çareseriyê de wan hêvî dikir ku aşti bibe û wiha berdewam kir: “Me di van 14 rojan de baş dît ku bi van re xwişk û biratî nabe, bila her bêjin em xwişk û birane. Em bi van miroan re ne xwişk û birane. Ji ber ku xwişk û bira vê li hev nakin. Heya êvarî dibêjin; ‘PKK teroristin mirovan mêtinger dikin.’ Bila binêrin ev 40 sale kengê PKK hatiye bi zorê runiştiye mala xelkê, kengê mirov tehdid kirine û bi tecawizê keçên me tehdid kirine. Me ji PKK’ê ziyan neditiye, lê me ji leşkeran ditiye. Li Licê herêmên şînahî nehêlane. Hemu darên me kirin xwelî, sewalên me jî şewitandin. Bi dehan caran me banga: ‘Leşker jî zarokên me ne, bila ev şer bisekine, kes nemirin’ kir, lê ew ji mirovbûnê tênagihin.”


'Emê dest ji têkoşîna xwe bernedin'

Fatma anî ziman ku di rastiyê de terorist ên malên xelkê gasp û talan dikin, daristanan dişewitînine û wiha dom kir: “Başe ku PKK heye. Em li benda Murat Karayilan, Cemil Bayik, Duran Kalkan û hemû zarokên xwe ne. Em di wê baweriyê denin ku dê ew me ji vê zilmê xilas bikin. Ez ji vêderê wan silav dikim. PKK emin, ev axa me ye, em têkoşînê didin û emê hina ji berdewam bikin. Li ser vê axê xwîna bi hezaran ciwanan heye. Ew hemû ji bo me û vê axê şehid ketin. Heya saxbim ezê ji bo wan têkoşînê bikim û vê axê bernedim.”

'Heya dilopa xwîna xwe ya dawiyê emê şer bikin'

Fatma da zanîn ku di tevahiya rojên qedexeyê de zilm li wan kirine û wiha pêde çu: “Me serî li ber ti tindiya wan daneniye. Ger me seri danibana, roja despêkê emê çobana. Ez ticarî gundê xwe bernadim. Di dema qedexeyê de tiştek nehêla bi serê me ne anin, ser gund de girtin û her kes girtin binçavan. Yên dixwazin hin bibin ka çi li vêderê hatiye jiyandin, bila bên gel me bipeyivin. Bila qenalên dewletê temaşenekin û nebin dijminê me, bila bên her tiştî ji devê me hinbibin. Bila kes li bendê nebe em gundê xwe biterikînin. Ezê ticarî dest ji vê dozê bernedim û heya dawiyê li ber xwe bidim. Heya dilopa xwîna xwe ya dawiyê ezê şer bikim.”

(zt)