Li Kampa Rûbar ji ber nexweşiyên vegirtinê 492 zarok nexweşin

12:52

JINHA

EFRÎN – Li Kampa Koçberan a Rûbar nexeşiyên vegirtinê 492 zarok girtine. Bijîşkan diyar kirin ku sedema nexweşiyan germa zêde û kêmbûna dermanane.

Zarokên ji ber êrîşên çeteyan ji Herêma Şehba yê koçî Efrînê kirine li Kampa Koçberan a Rûbar bicîhbûne niha jî ji ber germa zêde û kêmaniya dermanan nexweşketine. Ji ber germê bi 492 zarokên nexweş re belirtiyên weke zik êş, mude lihevketin û alerjî dixwiyên. Li kampê kêmaniya dermanan heye. Buroya Koçberan di derbarê dê çawan zarokan ji germê û nexweşiyan biparêzin de perwerdê didin. Bijişkê kampê Xalid Kîlo diyar kir ku ji ber kêmaniya dermanan ew nikarin nexweşan dermankin.

Endamê Buroya Koçberan Şiyar Hacî Mehmud jî bang li hemu rêxistinên tenduristiyê kir ku alikariya dermaman bidin kampê.

(zt)