Dayik bi hev hembêzkirinê êşên hev kêm dikin
14:56
JINHA
ŞIRNEX - Kesên di berxwedana xwerêveberiyên cewherî de jiyana xwe ji dest dan, ji hêla malbatan ve hatin bi bîranîn. Rêveberiyê DBP'ê yê Şirnexê Hurşît Kulter ê ku ev 40 roj in tu agahî jê nayê girtin jî dayika wî Kerîme Kulter hêj çavên wê li riya kurê wê ye.
Heyeta ku Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, Hevşaredarê Şirnexê Serhat Kadirhan, hevşaredarên Dêrgûl Ozlem Kutlu û Mehmet Demîr, endamên KJA, HDP û DBP'ê jî di nav de, çûn serdana gorên berxwedêrên di xwerêveberiyên cewherî yên Şirnexê de jiyan xwe ji dest dane.
Heyetê li gundê Avgamasiyan bi malbatên ku xizmên xwe windakirine re goristan ziyaret kir û bi malbatan re cejin pîroz kirin. Di ziyareta goristanê de malbat û dayika Hurşît Kulter jî cih girt. Di ziyaretê de dayikan hev du hembêz kir û êşên xwe anîn ziman.
‘Dê têkoşîn bidome’
Endamên heyetê êşên malbatan parvekirin û Hevseroka KCD'ê Leyla Guven li vir axaftinek kir. Leyla di axaftinên xwe de xizmên berxwedêran silav kir û ev tişt got: "Her çendî AKP bêje min 'qedan' jî berxwedana gelê Şirnexê dê mezin bibe. Wekî di dîrokê de jî hat dîtin dê rojên zehmet bi dawî bibin û dê ev têkoşîn berdewam bike."
Herî dawî Leyla cejna malbatan pîroz kir û peyama bilindkirina têkoşînê da.
(zt)