Zarokan cejin anîn nava konên berxwedanê
15:09
JINHA
ŞIRNEX – Li gel politikaya dewletê ya helandinê jî zarokên di konên derdora Şirnexê hatîn vedan de dijîn îro kelecana cejnê jiyan kirin. Welatiyên di konanan de dijîn serê sibê bi dengê zarokan ên “Cejna we piroz be” dest bi rojê kirin.
Welatiyên Şirnexê li hember êrîşên qirkirina nijadî axa xwe neterikandin, di konan de cejnê pêşewazî dikin. Zarokên ku bi şev kincên xwe yên cejnê danîn bin balgiyên xwe de, bi derketina tirêjên rojê re li xwe kirin û reng dan nava konan. Welati bi gotina zarokan a “Cejna we piroz be” derê konê xwe vedikin. Kisê renga rengên di destê wan de ji şekrokan dagirtiye.
Zarokan cejin anîne nava konên berxwedanê, ji ber ku kes nikare ji nedîtî ve li kêfxweşiya wan binêrin. Zarok kolanên Şirnexê ji bîr nakin, ji ber ku cihê bîranînên xwişk û birayên wanin. Li ser zimanê her zarokek ên nava konan gotinên “Me bêriya berxwedêran kiriye” heye. Li gel gotinên welatiyan ên “Me cejin piroz nedikir” ji zarokan hewayê cejnê xistiya nava konan.
(zt)