‘Ozgur Gundemê cihê ku jin xwe têde dibine ye’
16:10
JINHA
STENBOL - Kampanyaya "Nobedariya Gerînendeya Weşana Giştî" ya ji hêla Rojnameya Ozgur Gundemê ve hatiye destpêkirin ji hêla rojnamevan-nivîskar Pinar Yîgîtogullari ve hat dewir girtin. Pinar diyar kir ku cejin tê wateya piştgiriyê û got: "Piştgiriya ji bo Ozgur Gundemê rûmet e."
Kampanyaya "Nobedariya Gerînendeya Weşana Giştî" ya ji hêla Rojnameya Ozgur Gundemê ve hatiye destpêkirin ji hêla rojnamevan-nivîskar Pinar Yîgîtoglulari ve hat dewir girtin. Pinar di saetên sibehê de bi xebatkarên rojnameyê re tevli civîna rojevê bû û der barê rojevê de pêşniyar kir. Pinar piştî pêşniyaran cejna xebatkaran pîroz kir û bal kişand ser berxwedana li bajarên Kurdistanê, bi edîtorên rojnameyê re der barê manşetê de pêşniyar kirin.
'Ez ji bo piştgiriyê li vir im'
Pinar da zanîn ku cejin di naveroka xwe de piştgiriyê esas digire û aşkera kir ku ew "ji bo piştgiriyê li vir e." Pinar piştrast kir ku zextên ku tên kirin nayên qebûlkirin, her çendî zext hebin jî rojname li ser piyan e, ev yek jî wê gelekî kêfxweş dike. Pinar, bal kişand ser azadiya remanê jî û destnîşan kir ku Tirkiye di vî alî de gelekî paşve maye û got ku di serdemeke wiha de li gel Ozgur Gundemê cih girtin xwedî rûmetê ye.
Pinar da zanîn ji ber ku Ozgur Gundem xwedî li rastiyan derdikeve, ji ber wê di hedefê de ye û banga xurtkirina piştgiriyê hat kirin.
(zt)