OGC: Ji Şerîfe Oruç a ku rastiyan dinivise tirsiyan
16:48
JINHA
AMED - Cemiyeta Rojnamegera Azad (OGC), girtina Nûçegîhana DÎHA'yê Şerîfe Oruç, ku li Farqîn, Bîsmîl, Nisêbîn, Sûr û herî dawî li Licê îmze avêt bin gelek nûçeyên girîng û li Êlihê hat girtin şermezar kir û wiha got; "Yên ji rastiyan ditirsin çareserî di girtina Şerîfe Oruç de dîtin.”
Cemiyeta Rojnamegerên Azad (OGC), girtina Nûçegîhana DÎHA'yê Şerîfe Oruç ku di 3'ê Tirmehê de li Êlihê hat binçavkirin û di 4'ê Tîrmehê de hat girtin şermezar kir. OGC'ê bi ser navê "Şerife Oruç rojnameger e" daxuyanî da û got: "Şerîfe Oruç Rojnameger e. Di cîhanê de herî zêde li Tirkiye hêjmara rojnamegeran zêde ye. Bi girtina Şerîfe re hêjmara nûçegên DİHA yên li girtîgehê derket 11 kesan. Şerîfe Oruç jî wekî hevalê xwe yê din bê tirs rojnamegerî dikir. Yên ji rastiyê ditirsin ji ber tirsa rastiyê Şerîfe girtin. Yên ji rastiyan ditirsin çareseriyê di girtina nûçegîhanan de dibînin. Lê DÎHA bi nerîna "Qet tawîzan ji rastiyan nade" tev digere. Rojnamegerî ne sûc e. Li Tirkiyê eybek mezin jî saziyên çapemeniyê yên der barê hempîşeyên xwe de nûçeyên şaş diweşînin.
Ajansa Nûçeya Dogan got 'PKK'î hat girtin" û nûçeya derew weşand. Ev nûçe û feraset nayê qebûlkirin. Lê ew çi bêjin jî disa Şerife Oruç rojnameger e. Rojnamegerî ne sûc e. Em dixwazin Şerîfe û hemû rojnamegerên girtî bên berdan. Em dibêjin ji rojnamegeran re azadî û ji nûçeyan re azadî..."
(zt)