Dîlek Ocalan ji bo cejnê li gel jinên Geverê ye

17:57

JINHA

COLEMÊRG - Parlementera HDP’ê ya Riha yê Dîlek Ocalan cejna xwe li gel welatiyên Geverê pîroz dike û di taxan de serlêdana malbatan dike.

Li navçeya Geverê ya Colemêrgê pîrozbahiya cejna remezanê bi xemgînî derbas dibe. Parlementera HDP’ê ya Rihayê Dîlek Ocalan ji bo cejna remezanê li gel malbatên Geverê derbas bike hat Geverê. Dîlek pêşiyê serê sibê çû Goristana Bajirgê li gel malbatên kesên di berxwedana xwerêberiyên cewherî de jiyana xwe ji dest dan cejna remezanê pîroz kirin. Piştra jî li Taxa Yenîmehelê cejna welatiyan pîroz dikir. Dayik bi hatina Dîlekê keyfxweşiya xwe anîn ziman. Dîlek ji keyfxweşiya xwe anî ziman û diyar kir ku welatiyan berxwedanek mazin pêk aniye. Dîlek da zanin ku welatiyên Geverê axa xwe berneda û xwedî li Geverê derketin.

Dîlek dê sibê jî cejna welatiyên taxa Cumhuriyetê pîroz bike.

(kom/zt)