'Rêxistinbûn hêzbûn e'

09:01

Rûken Dêrik/JINHA

GIRKÊ LEGÊ - Rêvebira Mala Jinê ya bajaroka Til Koçer Îlham Mihemed di derbarê giringiya rêxistinbûnê ji bo jinan de got: “Di encam de rêxistinbûn hêz e û em jin bi hêza rêxistinbûnê bikarin pirsgirêkên xwe dawî bikin."

Bajarokê Til Koçer ser bi Girkê Legê ya Kantona Cizîrê ye û piraniya niştecihên wê Ereb in. Bajarok di 22'ê Sibata sala 2014'an de ji destê çeteyên El Nûsra hate rizgarkirin. Di van du salan de wek pir xebatên sazîbûn û rêxistinbûnê, Mala Jinê jî hate avakirin. Rêvebira Mala Jinê ya Til Koçer Îlham Mihemed zehmetiyên ku li bajarok pê re rûbirû ne û asta xebatên saziya xwe anî ziman.

Îlham da zanîn ku di biniya saziyê de wan sê komîte avakirine û wiha domand: "Me Mala Jinê avakir, niha sê komîte jî di bûnyaya wê de kar dikin. Komîteya Arşîv, Rêveberî û ya Lihevkirinê. Armanca me ewe ku ji pirsgirêkên jinan li bajarok re bibin çareserî. Xebatên me baş dimeşin. Wek mînak me di sê mehên dawî de 152 pirsgirêk çareser kirine. Piraniyên van jî di çarçoveya zewaca temenê piçûk, pirsgirêkên şîdeta di malê de bûn. Em di destpêkê de bi nîqaşan re hewl didin jê re çareserî bibînin. lê hinek ji dozan çareser nabin û em ji Dadgeh Gel re dişînin."

Îlham diyar kir ew wek Mala Jinê di destpêka xebata xwe de rastê hin zoriyan jî hatine û wiha berdewam kir: "Demên borî civakê bi çaveke biçûk û xirab li me mêze dikirin. Mala Jinê wek xirabkirina malbatê didîtin. Li gor nêrîna me ev hinekê jî bi zanebûn wiha dihate kirin. bi demê re bi taybet dema Zagonên Jinê derketin û di nav gel de hate xwendin û nîqaşkirin. Jin ji bo dewa mafê we bike, bêtir serdana me dikin. Nêzîkatiya civakê jî ji me re guherî."

Îlham xebatên navenda xwe jî wiha anî ziman: "Em wek Mala Jinê serdana gund, tax û malan dikin. Em ji gelê xwe yê Ereb re behsê girîngiya Zagonên Jinê dikin. Bi rêya perwerde û semînerên ku em amade dikin jî civaka Ereb li bajarokê me her diçe diguhere. Em herî bêtir jî ji bo avakirina hişmendiyeke demokratîk û azadîxwaz di gel gelê xwe yê Ereb û taybet jinên Ereb kar dikin."

Îlham di dawiya gotina xwe de ji jinên Ereb ên bajarok jî daxwaz kir ku azadiya jinê binasin û wiha got: "Ez bang li jinên bajarokê me dikim tevlî perwerdeyan bibin û xwe ji bin desthilatiya zilam derxin. Ya girîng jî destûr nedin mafên wan binpê bibe. Ger li ser wan desthilatî pêk hat jî bila bêdudilî serdana rêxistinên jinan bikin. Di encam de rêxistinbûn hêz e û em jin bi hêza rêxistinbûnê bikarin pirsgirêkên xwe dawî bikin."

(en/zt)