Meclisa Jinên Şengalê alikariya jinan dike

09:03

Îlham Hecî – Xensê Xidir /JINHA

ŞENGAL - Meclisa Jinên Êzidî ya Şengalê alikariya Hediye Lalo ya ji destê çeteyên DAIŞ’ê rizgarbûyî kirin. Hediye ji spasiyên xwe anî ziman û got: “Ez sipasiya Meclisa Jinên Êzidî ya Şengalê dikim û sipasiya PKK jî dikim ji ber em xilas kirin ji destê van hovane.”

Meclisa Jinên Êzidî ya Şengalê ji jina ji destê DAIŞ’ê hatiye rizgar kirin Hediye Lalo re karafane anî. Hediye Lalo sipasiya Meclisê kir û got: “PKK’ê em xilas kirin ji derveyî wan tu kesî alîkariya me nekir. Em gelek sipasiya wan dikin, mala wan hezar carî ava be. Piştî ez ji destê DAIŞ’ê rizgarbûm ez hatim cem birayê xwe û ew me xwedan dike. Ez li gel çar kurên xwe rizgarbûm. Niha du keç û kurekî min di destê DAIŞ’ê de ne. Zilamê min, tiyê min, malbata xalê min hemî di destê wan hovan de ne. Ez hêvîdarim yên ku destê mirovahiyê dirêj dike wan jî rizgar bike. Ez sipasiya Meclisa Jinên Êzidî ya Şengalê dikem ji bo alîkariya wan.”

Hediye destnîşan kir ku ew dixwaze li gel jinan bixebite lê zarokên wê biçukin û wiha berdewam kir: “Min pir dixwest li cem wan bim lê ez nikarim ji ber ez bitenê me, zarokên min biçûkin û hertim nexweşin. Ez di xebatên wan de serkeftinê dixwazim, ji dil û can biwan re me. Dişertên pir zehmet de diçadiran de em jiyan dikin. Ji xwe birê min li me mêzedike. Dinya pir germbûye û çadir hemu diryane. Cardin barana yekem de ez ne bawerim ev çadir berxwebidin. Bovê jî Jinên Şengalê alikariya karavana ji me re kirin. Zarokê min dê xêra vê karavanê hinek rihet bikin. Ez gelek kêfxweş im.”

Hediye banga rêxistinbûnê li hemu ciwanên Êzidiyan kir û got: “Ez bang li hemû Êzidiyan û biteybet ciwanên Êzidî dikim ku li hember faşîzma DAIŞ’ê xwe birêxistin bikin da ku bikarin van keç û jinan ji destê DAIŞ’ê azadbikin. Bila li ser fermanan lêkolin bikin da ku carek din ferman bi ser me de neyên. Ez carek din sipasiya Meclisa Jinên Êzidî ya Şengalê dikim û sipasiya PKK jî dikim ji ber em xilas kirin ji destê van hovane.”

(zt)