'Zewacên temenê biçuk jiyanê dikuje'
09:04
Zahîde Ehmed/JINHA
KOBANÊ - Endama Navenda Perwerde û Zanista Jinê Zozan Xelîl derbarê zewacên di temenê biçûk de got: “Em bi nîqaş û danasîna mafên jinê hewl didin pêşiya vê bigrin.”
Bi şoreşa Rojavayê Kurdistanê re, jinan jî ji bo bikaribin bigihîjin mafên xwe û dawî li bandorên neyînî yên zihniyeta zilmasalar û kevneşopiyên civakî yên zayendperest bînin, xebatên di warê zagonî, civakî û siyasî dane destpêkirin. Jinên Rojavayê Kurdistanê li ser bingeha xwedîderketina mafên xwe, zewacên di temenê biçûk de red dikin û ji bo wê têkoşîn dikin. Endama Navenda Perwerde û Zanista Jinê Zozan Xelîl nêrînên xwe di derbarê xebatên ku di saziya wan de pêk tên de anî ziman.
Zozan di serî de îşaret bi bandora kevneşopiyên civakî yên ku hîna bi awayeke zayendperest nêzîk jinê dibin kir û got: "Bi taybet li Kobanê hîna jî tê dîtin ku bûyerên wiha diqewimin. Em jî wek Navenda Perwerde û Zanista Jinê li Kantonê li taxan digerin, birûşûrên ku hatine amadekirin didin wan. Wiha jî em hewl didin pêşiya zewacên bi temenê piçûk bigrin. Di encam de dema jin di temeneke biçûk de dizewicin jiyana wan dimire. Ji ber hîna zarok in. Heta asta hevberdana zêde jî yek sedema wê zewaca bi temenê piçûk e. Keç hîna 14-15 salî dizewice û piştî çend salan doza berdanê dike. Lazim e malbat vê bizanibe ku keçên temen piçûk hîna tiştek ji jiyanê û civakê fêm nekirine, nikarin jiyana malbatî bimeşînin."
Zozan wiha berdewam kir: "Bêtirî xwe jî malbat ji keçên xwe re zewacên wiha ferz dikin. Jê re xorteke ciwan, xwedî pere û kar dibînin. Zagonên Jinê derketiye û dikare were gotin li Kantonê hinekê kêm bûye. Di kantonê de zewacên berdêl jî nema wek berê diqewimin. Ruxmî ku berdêlî qedexe ye, li gund an jî bi veşartî çêdibe. Em jî diçin cem wan û bi wan re nîqaş dikin, xeteriyên heyî tînin ziman. Pir zewacî jî piranî bi hinceta ku zarokên wan nîne, tên kirin. Em baş dizanin ku tişteke wiha tenê hincet û xapandin e. Paşê jî dibêjin agahiya me ji zagona jinê nebûye. Ev ne raste. Me gund bi gund, li her derê Zagonên Jinê bi civînan dane nasîn."
Zozan ji bo pir zewaciyê jî got: "Dema zilamek dubare dizewice, carna hevserên wan yê yekemîn tê û şikayet dike. Jin doza mafê xwe dike. Lê hin jin jî hene ku bixwe hevserê xwe dizewicînin û sedemê nexweşbûn an jî zarokan wê çênabe nîşan didin. Li beramberê vê em jî dibêjin hevserê we nexweş bûya, we dê dest jê berdaya û dubare bizewuciyana. Wiha jin pê dihesin ku şaşitî kirine."
(en/zt)