'Xebatkarên Dildar zarokên Geverê kêfxweş kirin'

15:49

JINHA

COLEMÊRG - Bi mebesta Cejna Remezanê bi pêşengiya Komeleya alîkarî û piştgiriyê ya Rojavayê xebatkarên dildar ji bo zarokên Geverê keyfxweşiya lîstîkan pêk anîn.

Li navçeya Geverê ya Colemêrge zarokan cejna xwe bi xemgînî derbas dikin. Bi pêşengiya Komaleya alîkarî û piştgiraya Rojavayê xebatkarên dildar yê piştgiriyê bidin malbatan û birînên wan bihevre bipêçin îro jî bi mebesta Cejna Remezanê keyfxweşiya lîstîkan pêk anîn. Xebatkarên dildar çalakî ji bo zarokên Geverê pêk anîn. Dildar li taxên Cumhurîyet, Gungor, Orman, Dîze û Kişla yên Geverê belavbûn. Xebatkarên dildar ji bo zarok keyfxweş bibin rûyê xwe bi boyaxên rengên cuda boyaxkirin. Di taxan de zarok gelek keyfxweşbûn û piranî jî bondora zarokan keşmer dikişand. Li gel zarokan malbatên wan jî tevlî lîstikên zarokanbûn.

Pêşiyê li gel zarokan lîstikek lîstîn. Her ku çû zarok zêdebûn û ruyê zarokan bi rengên cuda hatin boyax kirin. Pîştra rûpelên reng bi reng belavî zarokan kirin. Zarokan li ser rupelan nîgar xiz kirin û li ser rupelên zarokan jî piranî avahî û baxçe hatin çêkirin. Zaroka bi navê Şehîda Akka ya 8 salî diyar kir ku avahîyê wan hemû hat hilweşandin û şikandin, ji ber wê ew jî ji bo malbata xwe avahiyên nû xiz dike û got: “Ez gelek keyfxweşbûm. Bila her tim wisa be. Pîştî nîgar kirina zarokan gel keşmeri dîsa lîstîkên xwe berdewam kirin. Leyîstokên cur bi cur belavî zarokan kirin. Bi topan bi zarokan lîstin û malbatên zarokan jî tevlî lîstikan bûn.

Malbat jî li gel zarokên xwe tevlî lîstikan bûn. Dayikên zarokan keyfxweşiya xwe anîn ziman. Dayika bi navê Zînê Olmez jî pêşiyê cejna hemû kesan pîroz kir û got: "Em bi hatina xebatkarên dildar gelek keyfxweşin. Cejin hatibû, lê zarokên me xemgîn bû. Îro bi keyfxweşiya zarokên xwe me xemgîniya Geverê bîrvekir. Salên pêşiyê zarok li derdorên me zêde hebûn îsal kêm û xemgînbûn. Lê îro dibînim kelecan û keyfxweşiya zarokên em jî wek wan keyfxweş dibin. Ji niha jî ew dildarên hatî zarokên me keyfxweş kirî û xemgîniya Geverê di hişên me de derxistî silav dikin û dibêjin ew jî zarokên Geverêne.”

‘Dîwarê bîranînên zarokên Geverê’

Di dawiyê de destê zarokan boyax kirin û boyaxê destê zarokan diwarekê taxê kirin û şopê destê wan dîwarê de derket bi daxwaza keşmer û zarokan navê dîwarê kirin dîwarê biranîna zarokên Geverê hat dayîn."

(kom/zt)