Êdî asayîşa Êzîdxanê Şengalê diparêze
16:30
JINHA
ŞENGAL - Bi awayekî fermî di dîroka Êzîdxanê de cara yekemîn asayîşa gelê Êzdî hate avakirin.
Li çiyayê Şengalê gelê êzidî yê ku di fermana 73’an re derbasbûn, ji ber bê rêxistinî û bêparastin bi hezaran welati bidestê çeteyên DAIŞ’ê hatin qetil kirin. Ji bo carek din ferman neyê serê wan û xwe bi xwe biparêzin her roj, her seat gelê êzidî xwe rêxistin dike û hêzên xwe yên parastinê ava dikin. Li çiyayê Şengalê dî dîroka Êzidxanê de cara yekemîne êzdî xwe bi xwe asayîşa xwe avadikin.
Li Akademiya Şehîd Şengal yekemîn dewreya asayîşa Êzîdxanê bi dawî bû. Dewreya asayişê 40 ciwanên êzdî tevlî bûn. Dewreya perwerdê mehekê berdewam kir, waneyên îdeolojî û leşkerî dîtin.
Dewreya asayîşê bi merasîmekî leşkerî ji aliyê endamên asayişê ve hate organîzekirin, destpêkir. Piştre bi endamê rêveberiya Akademiya Asayişê Hisên Erzurum axivî û dewreya yekemîn a asayîşê û avakirina asayîşê li gelê Êzidxanê pîrozkir û got: “Tenê bersiva herî rast û herî baş a fermanê xwe parastin û xwe bi hêz kirine. Çawan saziyên din yên êzidiyan hatin rêxistinkirin û mezinkirin, emê jî asayişê mezin bikin û gelê xwe hindirê bajar û derve biparêzin.”
Hisên bang li ciwan û jinê êzdî kir û got: “Ji vir û pêde em ê benda kesek nemînin ku werîn gelê me êzidiyan biparêzin. Em ê serî bidin lê hemberî tû hêz û ti aliyan serî ne tewînin. Ji bo wê ez bang li tevahî jin û ciwanê êzdî dikim ku werin cihên xwe di nava refên asayîşa Êzidxanê de bigirin. Îro roj roja xîret û namusê ye.”
Piştre jî ser navê Meclîsa Avaker a Şengalê Herbo Xidir axivî û hêza asayişê li gelê Şengalê pîrozkir û got: “Em êdî baş dizanin ku di fermana 73’an de çi bi serê me hat, sedemê wê jî tenê bêparastin bû. Ji bo wê ji nan û av zêdetir parastin ji bo me pêwîste.”
Endamên asayişa Êzdixanê jî wiha axivîn: “Di dîroka me de cara yekemîne asayîşa me ya êzidiyan tê avakirin. Ji bo em carek din nebin qûrbanê fermanek din em ê hindir û derveyî bajaran paratina gelê xwe bikin. Bila êdî her kes baş bizanibe em ne muhtacê kesekê ne û pêwistiya me bi kesekê tûne. Êdî hêza asayîşa Êzdîxanê heye.”
Di dawiya merasîmê de endamên asayişê sond xwarin û bawernameyên xwe girtin.
Merasîma asayîşê bi stranên şervanan û girtina govendê dawî bû.
(kom/zt)