Partiya PADE plansaziya xwe ya salekê eşkere kir

16:31


JINHA

ŞENGAL – TEVDA yê encamnameya kongreya xwe û pilansaziya xwe ya salê bi civînek çapemeniyê bi raya giştî re parkir.

Di dîroka 24-25’ê hezîranê de TEVDA kongra xwe ya 6’emîn li darxist bû, encam û plansaziya salekê ya partiya PADE bi civinek çapemeniyê diyar kirin. Di civîna çapemeniyê de serokê partiyê Şêx Tehtan Elî Osman, cigirên wî Emer Salîh û Delal, endamên meclîsê amadebûn. Di civîna çapemeniyê de encama kongreya xwe bi raya giştî re parkirin.
Encamname wihaye:
“7 komîteyên hatin hilbijartin û rêveberiya wan hate diyarkirine, navê wan evin: Komiteya Dîplomasî, siyasî, ciwan, jin û zarok, aborî, mafê mirovan û yekîtiya civakê ye.
Pişti vê jî li ser bernameya siyasi hate niqaşkirin û bernameyek ji 6 xala hate pejirandine.
-Di bernameyê de daxwazhate kirin wê çawa rêveberî bi awayeki azad tên hilbijartin.
-Em jî wekî partiya PADE emê beştari hilbijartinên dewleta Îraqê bibin.
-Her wiha hate diyarkirin ku wê ji bo partiyê destûr ji hikumeta Îraqê were girtın û rêz li ol û kêmnetewên din were girtin, mafê wan were dayin.
-Disa daxwazi ji hikumeta Îraqê were kirin ku ew ji rêze ji van gel re bigire ku ew ji bikaribin xwe bi rêxistin bikin û xwe bı awayek federalrêve bibin.
-Ya din ev parti maf dide endamên xwe ku protesto, xwepêşandan, ji bo mafê gelê êzidî û dengê Şengale ji bo bigihîne her derî li hikûmeta Îraqê dibe yan jî dewletêncûda organîze bike.
-Ger vê partî beştarî rêberiyê bû ew ê her kesî wekî xwe hev esas û bingeh bigre.
-Piştre hate nîqaşkirin armanca vê partiyê çiye? Armanca vê partiyê 2 beşe; yek armanca giştiye,ya din jî armancên taybetın. Ji armanca gişti ya vê partiyê ew ê çawa karibin hinke saziyan bi fermî avabikin.
-Qanûnên çêbikin li gori destûra Îraqê rêveberên xweser mafên olên cûda û kêmnetew biparêze.
-ragihandinekî azad hebe û rol bide rêxistinên civakê xwe bi rêxistin bike û mafê xwe biparêze.
-Ji dewletê were xwestin ku ev cihên hatine xerab kirin ji nûve werin avakirin û ew êzidiyên ku ziyan dîtine ji aliyê maddi ve werın temamkirin û were dayîn.
-Hinek armancên taybet yên girêdayî êzidiyan jî heye ew jî; gelê êzdî, di aliyê çandî, bawerî û olî de çi li Îraqê, Başûrê Kurdistanê û cihên din yên cûda dibe em ê hewil bidin wan rêxistin bikin û mafê hebûna dîrok û çanda êzdiyan bikin.
-Yekîtiya gelê êzdî ava bikin û mezintir bikin.
-Federasyonên yên êzdiyan yên heyî biparêzin yên tên xwestin jî avabikin û aliyê siyasî de berfireh bikin.
- Li gorî dewlet û cihê ku êzdî têde jiyan dikin parastina maf û nasnameya wan bikin.
-Mafê jinê di her alî de were dayîn û jin karibin xwe rêxistin bikin, di aliyê jiyanî de rolê xwe bileyîze û kesek hemberî wê nebe asteng.
- Gelek mafê gelê êzdiyan li Îraqê, Başûrê Kurdistanê û Bakûr û her cihê din ji aliyê ziratê ve hatiye binpêkirin, ji bo ku carek din mal, erd û zeviyên gelê êzdî em vegerînin, em ê hewildan bikin.
-Di aliyê siyasî û dîplomasî de bi hemû partî û saziyên Îraqê û derveyî Îraqê re peywendî û têkilî were danîn, taybet jî partî û saziyên êzidiyan re. Em têkilî û xebatên xwe bi wan re hin zêdetir berfireh û bihêztir bikin. Pêwîst bike wê têkiliyên dîplomasî ji Rojava û hemû derên cihanê re werin kirin, lê li gorî berjewendiyên gelê Êzidiyan were kirin.
-Em ê hewi bidin li Şengalê, Başûrê Kurdistanê û Rojava cihê ku êzdî lê hene navenda partiya xwe PADE vekin û gelê êzdî rêxistin bikin.
-Ji bo ku partiya me li gorî zagon û qanûnên Îraqê were qebûlkirin û em bikaribin her derê xwe rêxistin bikin û pêşerojê de tevli hilbijartinên Îraqê bibe, wê bikevin nava hewildanan.
-Her wiha ev xalên li jorê hatine nivîsandin wextek hatiye diyarkirin ji bo ku werin pêk anîn.”

(kom/zt)