Dîlek Ocalan ziyareta malbatan berdewam dike

16:40

JINHA

COLEMÊRG - Parlementera HDP'ê ya Rihayê Dîlek Ocalan, bi munasebeta Cejna Remezanê malbatên Geverê ziyaret kir.

Parlementera HDP'ê ya Rihayê bi munasebeta Cejna Remezanê çû navçeya Geverê ya Colemêrgê û cejna gel pîroz kir. Dîlek li Taxa Cumhûriyetê ya ku di êrîşên hêzên dewletê de zêde texrîb bûbû bi gel re hat gel hev û serdana malbatên kesên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dan kir.

Di dema serdanê de, jinên ku ji bo piştevaniyê ji Hatayê hatibûn jî li gel Dîlek beşdarî serdanê bûn.

Dîlek yeko yeko li malan geriya û cejna welatiyan pîroz kir û di serdanan de şekir û kolonya bo wê û yên li gel wê hatin îkramkirin. Dîlek bi dayikên ku malên wan hatin hilweşandin re sohbet kir û dê serdanên wê yên cejnê sibê jî bidomin.

(kom/zt)