Ji bo Sebahat Tuncel tehdîda kuştinê!

17:14

JINHA

ŞIRNEX – Hat zanin ku dema Hevseroka Giştiya DBP’ê Sebahat Tuncel li navçeyên Şirnexê ziyaretên cejnê dikir ji aliyê hêzên dewletê ve bi kuştinê hatiye tehdîd kirin.

Hevseroka Giştiya DBP’ê Sebahat Tuncel piştî ziyaretên li Cizîr û Silopiyayê ber bi Hezexê ve ket rê. Di ketina Hezexê de Sebahat ji aliyê hêzên dewletê ve bi kuştinê hat tehdîd kirin. Sebahat ser hesabê xwe yê twitterê got: “Di ketina Hezexê de ji aliyê polisên AKP’ê ve bi kuştinê hatim tehdîd kirin. Ger em tirsabana me dest bi vê Têkoşînê nedikir.”

DBP’ê jî ser hesabê xwe ev tişt parkir: “Hevseroka me ya gişti û endamên MYK ya me di ketina Hezexê de ji aliyê hêzên dewletê ve bi nêzikatiyên keyîfi hatin sekinandin û tehdidkirin, ev jiyana me tevan eleqeder dike.”

(zt)