‘Şoreşa Rojava şoreşa jinê ye û emê xwedî li şoreşa xwe derkevin’
09:00
Gulan Botan/JINHA
QAMİŞLO – Bi mezinbuna şoreşa Rojava re jin di her aliyê jiyanê de rêxistin dikin. Yek ji qadên rêxistinbûna jinan jî Zagona Jinê ye. Seroka Desteya Jinêya Kantona Cizîrê Emîne Omer di derbarê deskeftiyên Zagonên Jinê de nirxandin kir.
Bi şoreşa Rojava re, jin ji bo rêxistina xwe mezin bikin û xwedî li destkeftiyên şoreşê derkevin, di her hêlî de, dest bi xebatê kirine û xwe rêxistin dikin. Jin dibêjin: “Şoreşa Rojava Şoreşa Jinê ye û emê xwedî li şoreşa xwe derkevin.” Di sala 2014'an de Desteya Jinê Zagonên Jinê amade kir. Seroka Desteya Jinêya Kantona Cizîrê Emîne Omer got: “Me xwest mafê ku ji jinan hatiye stendin bi Zangonên Jinê dîsa bên bidestxistin.”
'Zagonên Jinê mayîndebûna serkeftinên şoreşê ye'
Li Rojava jin di gelek qadan de xwe rêxistin dikin û dibin xwedî vîn. Jin xwe ji hêla leşkerî, rêxistinî, siyasî û civakî de pêş dixin û li ser bingeha mafên xwe Zagonên Jinê derxistiye. Seroka Desteya Jinêya Kantona Cizîrê Emîne Omer diyar kir ku amadekirina Zagona Jinê xwedîderketina li keda jinê û vîna wê ye. Emîne got: “Me di 22'ê Cotmeha sala 2014'an de Zagonên Jinê derxistin. Armanca me ji van zagonan ew bû ku em bikaribin mafên jinê yên qanûnî jî mayînde bikin. Bi şoreşê re jinan xwe di qadên leşkerî, siyasî, civakî de rêxistin kirin. Hewceyî hebû ku ev bi qanûnan jî misoger bibe. me ev xal wek mayîndebûna serkeftinên şoreşê jî dît. Ji bo jin mafên xwe bizanibe ev pir girîng bû. Ji bo vê yekê me gelek civîn û nîqaş pêş xistin. Piştî ku me zagonên xwe nivîsandin, me li hemû sazî û dezgehên jinan jî belav kirin.”
Ji bo amadekirina zagonên jinê, Emîne Omer wiha axivî: “Li saziyên ku me zagonên xwe belav kir, em dîsa çûn û bi wan re nîqaş pêş xistin. Mafên jinê çine, çima mafê wê yê jiyane jê hatiye stendin?, me pirs kir. Di vê mijarê de têkîliya me bi kantonên Kobanê û Efrînê re jî çêbû. Me bi Desteyên Jinê yên her du kantonan û rêveberiyên wir, rêxistin û saziyên jinan re hevdîtin çêkir. Bi hevgirtineke gişît em gihîştin encamên girîng û paşê bi awayeke fermî me Zagonên Jinê pêşkêşî Meclîsa Zagonsaz kir, wan jî da Meclîsa Rêvebir. Bi qasî du rojan li ser van zagonan nîqaşên berfireh hatin meşandin. Di encam de Zagonên Jinê hatin erêkirin, me bi awayeke fermî dubare belgeya zagonan ji rêxistin û saziyan re şand.”
Emîne Omer bal kişand ser bertekên di civakê de li beramberî Zagonên jinê derdikevin û diyar kir ku ji bo pênasekirina zagonan xebateke berfireh hate kirin. Di vê barê de Emîne Omer wiha got: "Zagonên Jinê bi civakê dane qebûlkirin nerehet bû, ji bo mafê jinan were parastin, diviya civak mafê jinê bizanibe. Ji ber vê yekê me hemleya danasîna mafê jinê bi pêşxistina civîn û semîneran destpê kir. Li hemû bajarên Kantona Cizîrê, me 25 semîner dan. Ji ber ku pirsgirek du-alî ye, me semîner ji jin û zilaman re hevbeş da. Navê zagonên me Zagonên Jinê ye, lê belê ev zagon herdu cinsan jî eleqedar dike. Me gelek encamên baş jî girtin. Lê belê divê were gotin niştecihên gundan zû zagon qebûl nekirin. Gotin 'Em Zagonên Jinê nas nakin', li hember vê yekê, me di meha gulanê de hemleya danasîna zagonan li gundan daye destpêkirin. Ji bo destpêkirina hemleyê me bi Kongra Star, Rêxistina Sara, Yekîtiya jinên Suryan, Desteya Netewî ya Erebî û hwd. saziyên sivîl re nîqaş kir û biryar girt. Ev hemle ji bo çareserkirina pirsgirêkên li gundan di warê mafên jinê de pêş dikevin, hewce dike.”
Emîne Omer got: "Me di 20'ê gulanê de hemle daye destpêkirin, lê ji ber şert û mercan heta niha me tenê 12 semîner dane. Ruxme vê yekê jî me gelek encamên baş girtin. Niştecihên gundan gotin: 'Heya niha agahiya me ji Zagonên Jinênebû.' Her wiha jinên li gundan dijîn jî mafên xwe nedizanîn. Me dîroka destpêkirina hemleyê diyar kiriye, lê me dawiya wênîşan nekiriye û vekirî hiştiye, heta hewcehiya danasîna zagonên jinê hebe, emê hemleya xwe bidomînin. Ji xwe piştî Remazanê emê bi awayeke lez xebatên xwe berdewam bikin. Em niha rewşa jinê ya li kantonê nîqaş dikin. Em dixwazin bizanibin jin çiqas pirsgirêk dijîn. Bi taybet jî yên temen piçûk hatin zewicandin û bûyeren şîdetê, em dixwazin rêjeya wan tesbît bikin. Emê encamên nîqaş û xebatên xwe bi awayeke fermî di dawiya mehê de bidin. Êdî pêkanînên cezayî jî destpêkiriye. Kesên Zagonên Jinê binpê dikin, têne girtin.”
‘Rêber Apo azad nebe, jin jî azad nabe’
Seroka Desteya jinan a Kantona Cizîrê Emîne Omer bal kişand ser girîngiya rêxistinbûna jinan û got, "Divê hemû jin xwe birêxistin bikin ku xwedî mafên xwe derkevin. Rêxistin yekîtiya jinan e. Divê ev yek ji jinan re bibe hêza jiyanê. Em wek jinên Rojava, êdî tu zilm û zordestiye li ser xwe qebûl nakin. Emê berxwe bidin û têkoşîna xwe mezin bikin ku bigihîjin mafê xwe yê rast.”
Emîne Omer herî dawî jî cejna Remezanê li Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û gel pîroz kir û wiha dom kir: "Em li pişt fikrên Rêber Apo ne. Em tecrîda ser Rêber Apo pêk tê şermezar dikin. Ger jin xwe gihandibe fikra azad, bi saya Rêber Apo ye. Wî piştgiriya azadiya jinê kir. Jin jî heta Rêber Apo azad nebe, wê azad nebe. Rêber Apo jina Kurd anî asta ku ew bixwe bikaribe xwedî li mafên xwe derkeve. Têkoşîna me jî dê heya azadiya Rêber Apo û hemû jinan berdewam bike.”
(en/zt)