Salîha Bakir:Emê tecrîdê bi berxwedana xwe bişikînin
09:23
Berîtan Canozer/JINHA
AMED – Hevseroka Diyar TUHAD-FED’ê Salîha Bakir diyar kir ku tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan wê negihêje armanca xwe û got wê tecrîdê bi berxwdan û têkoşînê bişikînin. Salîhayê balkişand ser êrîşên li ser girtiyan û bang li gel kir ku li dijî tecrîd û zextan bertekên xwe nîşan bidin.
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 27’ê Tîrmeha 2011’an het aniha bi parêzerên xwe re û ji 5’ê Nîsana 2015’an heta niha jî bi malbata xwe re nekare hevdîtinan pêk bîne û li ser tecrîda giran tê meşandin. Li Tirkiye û Kurdistanê jî ji aliyê hêzên dewletê ve êrîş pêk tên û hevdîtina bi Abdullah Ocalan ku yekane rêya çareseriyê tê ditîti jî nayê kirin. Ligel vê di demên dawî de li ser girtiyên siyasî jî zext tên meşandin. hevseroka Diyar TUHAD-FED’ê Salîha Bakir tecrîda li ser Abdullah Ocalan û zextên li ser girtiyan nirxand û got ew wê li dijî van zext û tecrîdan serî netewînin.
‘Ji ser girtiyan dixwazin gel biçewisînin’
Salîhayê zextên li ser girtiyan nirxand û got hewl tê dayîn ku ji ser girtiyan gel biçewisînin û got ev polîtîkayeke cuda ya dewletê ye. Salîhayê da zanîn ku girtî di nava girtîbûna xwe de girtîbûnê dijîn û wiha got: “Em wek komele li girtîgehên ku zext zêde ne lêolînan dikin û malbatan re hevdîtinan dikin. Di encama hevdîtinên me de me agahî girt ku girtî rastî êrîşan tên, tên tecrîdkirin, malbatên diçin hevdîtinan tên derbkirin û xwarinê nadin girtiyan. Çawa ku cihên rêveberiyên xweser kirine bin dorpêçê, heman êrîş li girtîgehan jî tê meşandin.
'Di 6 mehên dawî de 700 girtî hatin surgunkirin’
Salîhayê bi lêv kir ku girtî li dijî va pêkanînan ketine greva birçîbûnê û wiha berdewam kir: “Rêberiya girtîgehê êrîşê girtiyên ketine grevê dikin. Bi pêkanînên cuda hewl didin wan biçewisînin. Di 6 mehên dawî de nêzî 700 girtî bi hincetên cuda hatin surgunkirin. Girtiyên hatine surgunkirin jî şandine bajarên Tirkiyeyê. Piraniya wan rastî cezayê hevdîtin, bernameyan û tecrîdê hatine. Bi rojan me ji hinek girtiyan agahî negirt. Bi parêzeran jî nekarin hevdîtinan bikin. Dewletê li ser girtiyan polîtîkaya çewisandinê meşandiye.
'Rêberekî ku cîhan rêzdariyê nîşan dide di bin tecrîdê de ye’
Salîhayê got tecrîda li ser Abdullah Ocalan cuda nekare bê dest girtin û got: “Her çiqas bê dîtin ku Ocalan nû xistine bin tecrîdê ev bi salane di bin tecrîdê ye. Rêberekî gel di encama komployê de hat girtin û ji hemû mafan bêpare û ev jî li dij mafê jiyanê ye. Rêberê ku hemû cîhan rêzdariyê nîşan dide wek ‘terorîst’ tê bi navkirin. Tecrîd tê rewakirin. “
'Emê berxwe bidin’
Salîhayê da zanîn ku ew wek federasyon çi ji destê wan bê wê bikin û got: “Birêz Ocalan bi tena serê xwe di hucreyekê de tê girtin. Tevî di bin tecrîdê de ye bi yek gotina xwe aştiyê dikare pêk bîne. Dema hevdîtin pê re dihatin kirin gel bi huzur bû. Hevdîtin qedyan şer dest pê kir. Li Tirkiye û Kurdistanê bi sedan kes mirin.Emê bi berxwedana xwe tecrîd û zextan bişikînin.”
(mg\hu)