Jinên Êlihê wê kayyuman nas neke

10:30

JINHA

ÊLIH – Ji bo şaredariyên ku bi îradeya gel hatiye hilbijartin amadekariya tayînkirina kayyum tê kirin û gel jî bertek nîşanê vê da û diyar kirin ku wê destur nedin ku şaredarî bên xespkirin û xwedî li îradeya xwe derkevin.

Bertekên li dijî tayînkirinên kayyum roj bi roj zêde dibin. Jinên Êlihê diyar kirin ku wê tayînkirinên kayyum ku îradeya gel tine dihesibînin nas nekin û desturê nedin îradeya wan bê xespkirin. Ji jinên Êlihê Munzîre Bulut da zanîn ku wê dest ji şaredariyên xwe berdnedin û wiha gotin: “Heta em saxbin emê partî, şaredarî û doza xwe biparêzin. Me şaredariyên xwe bi heqê xwe girtin û emê desturê nedin ku ji destê me bê girtin. Gelê me bi bedeldayînê ev şaredarî girtin. Emê desturê neidn ku mafê me xesp bikin.

'Şaredarî yê me ne’

Şerîne Topal jî bertek nîşanê tayînêkirinê kayyum da û wiha berdewam kir: “Em ti car dest ji şaredariyên xwe bernadin. Emê xwedî li îradeya xwe derktein. Şaredarî yê me ne û wê yên me bin. Em ji kesên ku îradeya me nas nakin re xizmetê nakin.”

'Em serî natewînin’

Fatma Yilmazê jî wiha got: “ Em ji şaredariyên xwe kêfxweşin. Kes nekare şaredariyên me ji destê me bigire. Mafên me xesp dikin. Em Kurd jî gelin. Ziman, çand û nasnameya me heye. Zext û girtin serî bi me natewînin.”

(za-dt/hu)