Li Şirnexê cejin û serdanên malan jî qedexene

12:13

JINHA

ŞIRNEX – Li Şirnexê heyeta ku ji hevşaredaran pêk tê ji bo pîroz kirina cejna niştecihên gundê Cifanê xwestin biçin gund, lê ji hêla Qereqola Cendirmeyan a gundê Îkîzceyê hatin astengkirin. Her wiha ji ber astengiya leşkeran bi sedan wesayît jî tên rawestandin.

Li Şirnexê bi êrîş û dorpêça hêzên dewletê ya bi mehan, li bajêr pîrozbahiya cejnê jî hat qedexekirin. Heyata ku hevşaredarê Şirnexê Serhat Kadirhan, hevşaredarên Dêrgulê Mehmet Demîr û Ozlem Kutlu jî di nav de, dema bo pîrozbahiya cejnê ya niştecihên Cifanê xwestin biçin gund yê ku ji ber êrîş û pêkûtiyên hêzên dewletê bi darê zorê ji welatî ji Şirnexê koçberbûn û li wir bi cih bûn, hatin astengkirin. Leşkeran bo heyetê got "Hûn gel li dijî me birêxstin dikin" û bi vî awayî çûyîna heyetê asteng kirin. Her wiha nehiştin wesayît jî derbas bibin.

Bi astengiyê re bi sedan wesayît hîn jî li ser rêya Şirnexê tên rawestandin.

(kom/zt)