Încî Hekîmoglu: Em bi piştevaniyê dikarin rizgar bibin
12:16
JINHA
STENBOL- Încî Hekîmoglu ya nobeta piştevaniya bi Rojnameya Ozgur Gundem dewr girt diyar kir ku divê eniya demokrasiyê bê avakirin û wiha got: “Em hêvîdarin ku ev tora piştevaniyê mezin bibe û bidome. Em dikarin bi piştevaniyê rizgar bibin.”
Nobedariya Piştevaniya bi Rojnameya Ozgur Gundemê re di roja 64’an de rojnameger Încî Hekîmoglu dewr girt. Di civîna rojevê ya hat kirin de, naverok û rupelên rojnameyê hatin nîqaşkirin û piştre jî nûçeyên ku wê di rojnameyê de cih bigirin hatin axaftin. Piştî civînê Înciyê têkildarî nobedariya piştevaniyê de axivî û got: “Beriya hilbijartinên 7’ê Hezîranê desthilatdariyên alozî bilind kir. HDP’ê bi aliyên Rojava re diyalog danî û vê jî desthilatdarî nerehet kir. Ji bre vê jî mutabakata Dolmabahçeyê qelaşt. Zimanê nefretê pêş xist. Zextên li ser Kurdan zêde bûn.”
'Piştevaniyê desthilatdarî nerehet kir’
Înciyê bi lêv kir ku her kesê azadî xwestiye rastî êrîşê hatine û wiha berdewam kir: “Xebatkarên çapemeniya azad yên di salên 90’î de hatin bombebarankirin û kuştin niha tên girtin. Hewl tê dayîn bê bêdengkirin. Piştevaniyê desthilatdarî nerehet kiriye û ji ber vê jî zext zêde bûne. Li dijî êrîşan divê eniya demokrasiyê bê avakirin. Hêvîdarim ev piştevanî mezin bibe û bidome. Em dikarin bi piştevaniyê xilas bibin.
(odk-ro/hu)