Amedî çun Licê
15:22
JINHA
AMED - Bi sedan kes Gorîstan "Şehîd Amed û Şehîd Hêvîdar" ya li gundê Sîsê ya navçeya Licê ku di 23'ê hêzîranê de ji aliyê hêzên dewletê ve bi bombeyan hat xirakirin û şewîtandin, ziyaret kirin.
Bi pêşengiya MEYA-DER'a Amedê bi sedan kes çûn serdana Gorîstan "Şehîd Amed û Şehîd Hêvîdar" ya li gundê Sîsê ya navçeya Licê ku di 23'ê hêzîranê de ji aliyê hêzên dewletê ve bi bombeyan hat xirakirin û şewîtandin. Parlamentera HDP'ê ya Amedê Feleknaz Uca, endamên Meclîsa Dayîkên Aştiyê, nûnerên HDP, DBP'ê û gelek malbatên ku zarokên wan di têkoşîna azadiya gelê kurd de jiyana xwe ji dest dan jî tevlî serdanê bûn.
Girseya ku ket goristanê bi tîlîlî û dirûşmeyên wek "Bijî berxwedana HPG'ê" , "Bijî Serok Apo" û "Ey şehîd riya we têkoşina me ye" berz kirin û li nav gorîstanê geriyan. Malbat yek bi yek çûn serdana gorên zarokên xwe û gorîstanên ku ji ber bombeyan hatin xirakirin dan avakirin.
Hevseroka MEYA-DER'ê Ayşe Dîcle piştî serdana gorîstanan daxuyanî da û diyar kir ku dewlet ji ber hêza gelê kurd dîtirse êrîşê gorîstanên zarokên wan dike. Ayşe anî ziman ku heya gelê kurd hebe dê li hemberî zilm û zordariyan li ber xwe bibe û gel tu carî ji top û tangan natirse.
piştî axafina Ayşê Hevseroka Navenda DBP'ê ya Amedê Leyla Ayaz axivî û got,"Dewlet dixwaze ku kurdan bivê awayê bêdeng bike. Lê gelê kurd bivê awayê nayê bedeng kirin. Ji ber ku gelê kurd gelekî bi hêz û werek e. Bi ruxandin û xirakirin goristanê jî gelê kurd tune nabe. Gelê me li hemberî vê bi hêztir dibe û tu carî dev ji bawerî û têkoşina xwe jî bernedane." Leyla ji bo rawestandina operasyonan bang li hemû kesê kir ku devlî çalakiya nobetê bibin.
Endama Meclîsa Dayîkên Aştiyê Murvet Demîr jî wiha axivî: "Serokomarê Tİrkiyê Recep Tayîp Erdogan bi top û tangan tê li ser zarokên me. Di dîrokê de bav û kalên we li ser hespan dihatin şer dikirin. Lê ew çi dike bi helîqopteran tê. Madem ew qas mirovek wêrek e bila ne bi topan bê, bila bi piyan bê. Bila bibîne ku kê beran e kî bizin e. Em wek dayikên dilşewat û şanaz dê heya dawiyê di şopên zarokên xwe debin û em dev ji têkoşina xwe bernadin."
Piştî daxuyaniyê girse derbasî cihê nobetê bûn û nobet berdewam dike.
(ho/zt)