Êrîşî hevjina xwe kir û kuşt
15:38
NUÇE
JINHA
MÊRSÎN - Li navçeya Toroslarê kesê bi navê Salih Ş. (48) hevjîna xwe Fatma Ş qetil kir.
Kesê bi navê Salih Ş. (48) ê di Avahiya Sezerler a li taxa Saglikê ya navçeya Toroslar ya Mêrsînê de rûdinişt, hevjîna xwe ya dayika 5 zarokan Fatma Ş (47) qetil kir. Hat diyarkirin destpêkê di navbera Salih Ş. û hevjîna wî de nîqaş derket, li ser nîqaşê Salih Ş. hevjîna xwe kêr kir û piştre ew bi atlêt xeniqand. Piştî hevjîna xwe kuşt bi hevalekî xwe re teslîmî polîsan bû. Li ser agahiyên Salih Ş. polîs û ekîbên tenduristiyê çûn cihê buyerê û cenazeyê Fatma Ş. rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrsînê.
Der barê buyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.
(zt)