Ketin û derketina Basan qedexe kirin

16:11

JINHA

ŞIRNEX - Hat diyar kirin ku ketin û derketina navçeya Basanê ya Şirnexê ji welatiyan re hatiye girtin, li herêmên çiyayên Besta, Cûdî û Gabarê amadekariya operasyona leşkerî tê kirin.

Ketin û derketina navçeya Basanê ya Şirnexê ji welatiyan re hat girtin. Welatiyên ku xwestin biçin navçeyê, hat gotin leşkeran ji wan re gotin "heke hûnê ji navçeyê derkevin berî saet 16.00'an derên." Hat diyarkirin ku li heremên Newala Kasrîk û li ser riya Basayê gelek maşîneyên zirxî hatine bi cih kirin.

Li gorî agahiyan ev tevgera leşkerî amadekariya operasyona li çiyayên Cûdî, Besta û Gabarê ye.