Nûrcana HDP yî darbkirin û bi kuştinê tehdîd kirin

16:34

JINHA

ENQERE - Nûrcan Gura hevjîna Hevserokê HDP'a Etîmesgûtê Kemal Gur, ji hêla kesên ku ev demeke tê şopandin li avahiya ku lê dijî bi awayekî giran hat derpkirin.

Li Enqereyê Nûrcan Gura hevjîna Hevserokê HDP'a Navçeya Etîmesgûtê danê sibehê li avahiya ku lê dijî rastî êrîşê hat. Hat zanîn ku Nûrcan ku şandin Nexweşxaneya Yenîmahalleyê hişê wê li serê wê ye. Hevserokê HDP'a Etîmesgûtê hevjînê Nûrcan Gur Kemal Gur derbareyê êrîşê de ev agahî ragihandin: "Ev 15-20 roj e ji hêla kesên ku em wan nasnakin dihatin şopandin û gef li me dixwarin. Dema ez îro ji malê derketim hevjîna min tenê ma. Dawiyê piştî min yek jê jin û yek jê mêr, 2 kes dikevin apartmanê. Pişt re vanaya avê ya mala me girtine. Hevjîna min jî dinêre ku av nayê, ji bo avê dadikeve jêrzemînê. Di wê kêliyê de êrîşî wê kirine. Serê wê li mêrdewnan xistine û bi mirinê gef lê xwarine."

Nûrcan got, "Ev êrîş û gefên han nikarin rê li ber me bigirin" û diyar kir ku ew dê her têbikoşin.

Her wiha dê HDP'a Etîmesgûtê derbareyê êrîşê de dozê vebike.

(zt)