Zarokên berxwedanê: Em dixwazin şekirê xwe ji birayê xwe Hurşît bigirin
09:06
JINHA
ŞIRNEX- Zarokên Şirnexê ji bo cejnê di saetên sibehê de rabûn û kon bi kon geriyan. Lê di bin kêfa zarokan de hestiyarek hebû. Zarokên bi kêf yên konê berxwedanê gotin: “Bila birayê me Hurşît bê dîtin. Ew hevalê me bû. Em dixwazin şekirê xwe ji destê wî bigirin.”
Gelê Şirnexê ev cejna Remezanê di konên berxwedanê de derbas kir. Herî zêde coşa cejnê zarokan jiya. Zarokên di saetên zû yên sibehê de rabûn, cil û bergên xwe yên nû li xwe kirin û poşetên xwe xistin destê xwe û bûn kêfxweşiya berxwedanê. Daxwaza hemû zarokan ev bû ku Şirnex bê vekirin û Hurşît Kulterê bûye kêfa zarokan bê dîtin. Her zarokê ku em dîtin ev daxwaz kirin: “Em cejna xwe pîroz dikin. Lê vê cejnê birayê me Hurşît tine. Em dixwazin şekirê xwe ji destê wî bigirin.”
'Cejna dinê ezê destê apê xwe Hurşît maçî bikim’
Zarokên di bin bombebaranan de cejan xwe derbas kirin xwişk û birayên xwe yên li Şirnexê jibîr nekirin. Nesrîn Kulter ya 10 salî şikestina di dilê xwe de bi van gotinan îfade kir: “Ez sibehê zû rabûm min cilê xwe li xwe kir. Lê kêmasiyek hebû. Apê min Hurşît tinebû. Apê min 41 roje windaye. Yekane daxwaz min dîtina wî ye. Ez dizanim tiştek bi apê min nehatiye. Dewlet wî vedişêre. Ji ber apê min xwest li malê bimîne ket vî halî. Di vê cejnê de min nedît lê cejna din ezê destê wî maçî bikim.”
‘Ez dixwazim şekirê xwe ji wî bigirim’
Berîtan Katar ya 10 salî jî bi lêv kir ku wê gelek bêriya Şirnexê kiriye û got: “Ez dixwazim ji destê birayê xwe Hurşît şekir bigirim. Ev cejn ji bo min nîvco ma. Min gelek hezkiriyên xwe li Wanê hişt. Min ji bo birayê xwe Hurşît pir dua kir. Ez dixwazim tenê ji destê wî şekir bigirim.”
(aı-hu)