'Min berxwedana ku ji cîhanê re dibe mînak dît’

11:15

JINHA

ŞIRNEX- Ji jinên Dîlokê ku konên berxwedanê yên Şirnexê ziyaret kirin, hevseroka HDP’ê Guler Arat got: “Min berxwedana gelê Şirnexê ya ji bo hemû cîhanê bûye mînak, dît.”

Rêveberên DBP, HDP’ê yên Dîlokê û rêveberên TUAD-FED’ê bi hev re çûn sedana Şirnexiyên ku di konan de dijîn û cejna wan pîroz kirin. Hevseroka HDP’a Dîlokê Guler Arat, çavdêriyên xwe yên têkildarî serdanê de parve kir. Gulerê da zanîn ku gotin têrî vegotinê nakin û got divê her kes bê vir bibîne. Gulerê wiha berdewam kir: “Heta ez hatim vir dilê min li vir bû. Divê her kes guh bide vê dengî. Divê bên bibînin. Welatiyên li vir ligel evqas talan û wêrankirinê hîna li ser piyane.”

'Şirnexiyan nêzîkatiyek serbilind nîşan dan’

Gulerê bi lêv kir ku ew şahidê komkujiya Mereşê ne û got wê demê ji ber zext û êrîşan neçar mane malên xwe terk bikin û got: “Di temenê biçûk de malbata min mala xwe terk kir. Me li cihên din jiyana xwe berdewam kir. Ji ber me wir terk kir wê darbeyeke Sîvrîcek Hoyukê bibûya. Lê mirovên vir serî hildan. Xaka xwe terk nakin.

Gulerê bi lêv kir ku piştî vegere Dîlokê wê berxwdanê ji wan re vebêje û wiha pê de çû: “Emê ji bo malbatan jî kampanyaya piştgiriyê bidin destpêkirin. Di serdanê de em gelek hestiyar bûn. Em pir xweş pêşwazî kirin. Tenê dikare tiştek bê kirin. Mirov divê biçin van konan û wan guhdar bikin.”

Gulerê di dawiya bang li her kesî kir ku divê deng bidin dengê vir û got divê mirovê li bajarên Tirkiyeyê bêdeng nemînin, her kes destê xwe bike bin kevir.

(ekîp/hu)