Ji jinan banga mezinkirina piştevaniya bi Geverê re

11:16

JINHA

COLEMÊRG – Jinan bi pêşengiya KJA’yê ji Stenbolê çûn Geverê û bi gelê Geverêre cejna xwe derbas kirin û gotin ew nabin hevkarê şer. Her wiha banga mezinkirina piştevaniya bi Geverê re kir.

Li Gevera ku berxwedan berdewam dike, di avakirin û piştevaniyê de dildarên ji gel û nasnameyên cuda kes cih digirin. Dildaran Cejna Remezanê li Geverê derbas kir û bi armanca piştevaniyê beriya cejnê li malbatan xurek, betanî û li zarokan jî cil û pêlîstok belav kirin. Ji dildarên ku ji Stenbolê hatine Fîlîz Ozçakir da zanîn ku ew wek Tirkekî bi armanca piştevaniya bi gel re hatiye vir û got desthilatdarî dixwaze di nava gelan de şer derxîne.

'Şer gelan global dike’

Fîlîzê diyar kir ku şerê ku didin meşandin dibe sedema cudakirina di navbera gelan de û got ew nabin parçe û hevkarên şer. Fîlîzê da zanîn ku ji bo bidawîbûna şer divê wek dayikên Kurd dayikên Tirk jî dakevin qadan û wiha berdewam kir: “Vê desthilatdariyê soza wê rondikên çavan bi dawî bikin hat, lê mixabin şer da destpêkirin. Ji bo şer bi dawî bibe divê dayikên Tirk jî ligel dayikên Kurd bin. Tenê bi dayikên Kurd şer bi dawî nabe. Divê dayikên Tirk çi ji destê wan bê bikin. Ez jî wek dayikek Tirk ji bo ev şer bi dawî be hatim Geverê.”

'Wê jin Geverê ava bike’

Fîlîzê bi lêv kir ku ancax jin dikarin vî şerî bi dawî bikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ez bang li hemû jinan dikim ku bi gelê Geverê re bikevin nava piştevaniyê. Divê ji her alî mirov bên Sûr, Cizîr û Geverê û tiştên hatine jiyîn bi çavên xwe bibînin. Ez bawer dikim ku bi çavên xwe bibînin wê bo aştiyê têbikoşin. Tenê gelê Geverê nekarin ji bin vê derkevin. Her der wêran bûye. Ji bo vê jî divê birîn bên kewandin. Jin wê Geverê ava bikin.”

‘Ez wek Çerkezekî ji bo lêborînê ji gelê Kurd bixwazim hatim vir’

Asiye Eylem Karabulut ya KJA’yê jî got li dijî şerê ku AKP’ê li Kurdistanê daye destpêkirin çalakiyek nekirine û got: “Ez wek jineke Çerkez ji bo lêborînê ji gelê Kurd bixwazim hatim vir. Tiştên li Geverê hatine jiyîn ezê ji her kesî re vebêjim.Divê kampanyayên piştevaniyê mezin bibin û berdewam bibin.”

(ekîp/hu)