Hedefa Navenda Jinan Viyanê hîn zêdetir xwe gihandina jinane

11:55

Bahar Gurlu/JINHA

MAİNZ – Li bajarê Mainzê Elmanyayê Navenda Jinan Viyan hewildide xwe bigihine hemu jinan. Jinên di meclisê de cih digirin bernameyek berfireh danîne pêşiya xwe û banga daketina qadan li hemu jinan kirin.

Navenda Jinan Viyan a ku li bajarê Mainz ê Elmanyayê du sale hati avakirin li gel xebatên xwe qursên ziman û muzikê jî didin jinan. 24 endamên meclisê di kongreya xwe de, jimara endamên xwe du qat zêde kirin. Berdevka meclisê Fatoş Balaban di derbarê xebatên xwe de agahî da û got: “Em dixwazin komkujiyên li welatê me tên kirin di welatên Ewrupa de jî bidin bihîstin. Ji bo wê jî em xebatên weke vekirina standan, miting û çalakiyên cuda dikin. Dê ev xebatên me berdewam bikin.”

'Azadiya Rêbertiyê azadiya me ye'

Fatoş destnîşan kir ku yek ji mijara sereke di rojeva wan de azadiya Rêberê PKK’ê Abudllah Ocalan e û wiha domand: “Em azadiya Rêberti weke azadiya xwe dibînin. Li Mainzê xebat ser milê jinan diçe. Em jin hem di mal de, hem saziyan û hem jî ji derve de dixebitin. Em çawan li mal û zarokên xwe xwedi derdikevin bi heman şêweyî li saziyên xwe jî xwedi derdikevin.”

‘Xebat ser jinan diçe’

Gulnaz Yen a ku di komisyona rêxistinbunê ya meclisê de cih digire jî wiha axivî: “Li vî bajarî xebat ser milê jinan diçe, gelek keda jinan heye, kes nikare vê inkar bike. Em hem di mal de hem di saziyan de dixebitin. Heya ji destê me bê em hewildidin her tiştî bikin.”

'Armanca me ciwan ji pergalê parastine'

Hevseroka Navenda Civaka Kurdên Demokrat a Mainzê Gulsum Sevim ji bilêv kir ku armanca wan li hemberi pergalê parastina ciwanane û got: “Armanca me li hemberi pergala heyi parastina ciwanane û derxistina wan a qadane.”

(zt)