Ji bo Hurşît Kulter kampanya îmzayan despêkir

14:48

JINHA

ŞIRNEX- Bo Rêveberê DBP'a Şirnexê Hurşît Kulter ê ku ji roja hatiye binçavkirin heta niha derbareyê aqûbeta wî de tu daxuyanî nehatine dayîn bi sernavê "Hurşît Kulter li kuderê ye?" kampanyaya îmzeyê hat destpêkirin.

Ji bo diyarkirina aqûbeta Rêveberê DBP'a Şirnexê Hurşît Kulter ê ku di dema dorpêçkirina li bajêr mala xwe yî li Taxa Bahçelîevlerê neterikand, li ser înternetê kampanyaya îmzeyê hat destpêkirin. Di baregeha kampanyaya ku dê radestî Wezareta Karên Hundir bê kirin de, daxwaza aşkerekirina aqûbeta Hurşît Kulter ê ku di 27'ê gulanê de li ser hesabên civaka medyayî yên aîdî tîmên taybet in binçavkirina wî hatibû ragihandin, tê kirin.

'Ji 27'ê gulanê heta niha Hurşît li kuderê ye?'

Di metna kampanyaya îmzeyê ya ku bi dirûşmeya "Hurşît Kulter Li Kuderê Ye?" hat destpêkirin de wiha tê gotin: "Hurşît Kulterê ku wêneyên wî ji hêla hesabê BOF @ Twet_Guneydogu yê aîdî tîmên taybet e hatibû parvekirin û di heman hesabî de hatibû ragihandin ku ew di destê wan de ye, ji 27'ê Gulana 2016'an heta niha li kuderê ye? Di navbera daxuyaniya Walîtiya Şirnexê û Muduriyeta Polîsan 'binçavkirineke bi vî awayî tune ye' û parvekirina ku ji hêla tîman ve hatiye kirin de nakokî heye. Bi vê parvekirina tîmên taybet re mafê jiyanê yê Hurşît Kulter tê binpêkirin û di raya giştî de bûye cihê guman û endîşeya înfaza bêyî darizandin. Divê Wezareta Karên Hundir ji bo înfazên bêyî darizandin ên salên 1980 û 1990'î xwe nedin der û bo ev feraset meşrû nebe divê demildest diyar bike ku Hurşît Kulter li kuderê ye. Li gor pîvanên dewleta civakî û huqûqê ewleyiya mafên jiyanê yên welatiyan peywira dewletê ye.

Ji bo di raya giştî de nebe cihê guman û endîşeyan divê Wezareta Karên Hundir daxuyaniyê bide û vê mijarê zelal bike û em dipirsin: "Hurşît Kulter Li Kuderê Ye?"

Her kes dikare bi vê lînkê xwe bigihîne kampanyayê:

https://www.change.org/p/hur%C5%9Fit-k%C3%BClter-nerede

Hastaga #HurşitKülter43Gün di lîsteya TT'yê de ye

Her wiha ji ber ev 43 roj e Hurşît Kulter di bin çavan de ye li ser medyaya civakî jî kampanya hat destpêkirin û ev kampanya didome. Hastaga #HurşitKülter43Gün (#HurşîtKulter43Roj) a ku li ser Twîtterê hatibû destpêkirin jî niha di lîsteya TT'yê de ye.

(zt)