Malbata Êto navê xwe ji dapîra xwe digire

09:00

Binevş Sarya/JINHA

KOBANÊ - Mala Êto ji eşîra Asî û Berazi ye, navê xwe ji dapîra xwe digirin. Bukên malbatê qala jêhatibuna xesuya xwe kirin.

Mala Êto li Kantona Kobanê û bi giştî li Rojavayê Kurdistanê tê nasîn. Mala Êto ji eşîra Asî û Berazi ye. Ev eşîr hem li bakur hem jî li rojava dijîn. Ev malbat bi navê dapîra xwe Êto hatî ye nasîn. Têkildarê nasnavê mala Êto sê bûkên malbatê behsa berdewamiya neslê paşnavê jinan kirin.

Bûka mezin a malbata Êto Şemsê Îbrahîm qala jêhatbûn û zîrekiya dapîra Êto kir û got: “Ez di temenekî biçûk de derbasî mala Êto bûm. Wê demê mezina malê xesûya min Êto bû. Her tişt hemû jiyana malê bi rê ve dibir. Gihişte asta ku rojekê zilamek hate mala me û got; ‘Ez dixwazım apê Êto bibînim.’ Êto jê re got: ‘Keremke rûne wê niha Êto were.’ Dema ku zilam derbas bû, rûnişt Êto jê re got: ‘Keremke, ez Êto me.’ Zilam destpêkê bawer nekir, lê piştî ku Êto pirsgirêka wî çareser kir, wê demê bawer kir ku ew Êto bi xwe ye. Ji ber li gel me her kes bi navê mêran tê nasîn, lê mala me bi navê jinan tê nasîn. Niha jî em hîna li ser navê wê tên nasîn. Dema ez hatim xezûrê min çûbû ser dilovanıya xwe. Piştî ku zarokên min çêbûn bi şûnde hevjînê min jî di leşkeriya rejîmê de jiyana xwe ji dest da. Wê demê zarokên min hêj biçûkbûn, piştî wî min bi xwe zarokên xwe xwedî kirin heta mezin bûn."

Şemsê bal kişand ser jiyana jinan a komînal ku di mala wan de heyî û wiha domand: “ Di mala me de herdem em jin bi hev re dijîn. Dema despêkê hatim vê malê, em pênc bûkên malê bi hev re di malekê de dijiyan. Niha jî em sê bûk bi hev re dijîn. Piştî ku zarokên min mezin bûn, keçeke min binavê Rûken tevlî nava refên PKK ‘ê bû. Piştî wê neviyek min çêbû min nave wê kir Rûken. Niha jî di mala me de navê dû neviyên min Rûken e. Piştî tevlîbûna meta xwe Rûkena din a neviya min jî tevlî nava refên PKK’ê bû. Her dem di mala me de neslê navê jinan kêm nebûye û kêm jî nabe. Di dema berê de jinan nekarîbûn bêyî aba derkevin derveyî malê, lê piştî hatina PKK’ê êdî jin dikarin bi awayekî azad jiyan bikin û bi rengê xwe jiyan bikin. Di mala me de jî ev guhertin çêbû.”

Ji heman malbatê Fatma Êto jî wiha qala berdewamiya serpêhatiya jinan kir: “Jixwe malbata me hemû bi navê Êto tê nasîn ji ber wê em hemû hewil didin ku li ser çanda dayikê jiyana xwe derbas bikin. Di dema berê de hemû kar bi destan dihate kirin û zehmetiya xwe hebû. Wê demê ku zilam di malekê de tuneba digotin ew mal valaye. Lê di mala me de ne wisa bû, ji ber ku me jinan bi xwe hemû karên mala xwe dida meşandin. Pêwîstiya me bi zilaman çênedibû, di roja îro de jî em dîsa mala xwe bi xwe rêve dibin. Nimûne keçeke min gerîla ye, yek jî di ragihandinê de kar dike, bûka min û keçek min jî karê mamostatiyê dikin.”

Fatima herî zêde bi hêza jinan a dema şoreşê bandor bûye, wiha qala vê yekê kir: “Berî şoreşê jinan nedkarîn ji mal derkevin, lê piştî şoreşa Rojava êdî jin dikarin bi awayekî serbest ji mal derkevin û di hamû karan de cîh bigirin û kar bikin. Nimûneya vê yekê a herî berbiçav hejmara jinan a di saziyan de ji mêran zêdetire û ji wan baştir jî kar didin meşandin. Dema keça min û bûka min diçin kar ez pir kêfxweş dibim. Di mala me de her tişta ku tê kirin, bi şêwirmendiya xesûya min Şemsê tê kirin. Ger hevjînê min karekî dike bi destûra dayika xwe dike. Em ê heya dawiyê di mala xwe de çanda dayikê biparêzin.’’

Rûken Êto jî bûka malê û şopdara çanda dayikê ye, yek ji jinên mala Êto ye û wiha qala pêşketinên jinan kir: “Ji xwe eşîra me hemû bi navê Êto tê nasîn em jî li ser mîrasa dapîra xwe dimeşin. Niha jî em hewl didin ku çanda dayikê di mala xwe û eşîra xwe de biparêzin. Ez hewl didim ku bi awayekî nûjen çanda jinê di mal û civakê de bidim jiyîn û li gorî wê jî xwe perwerde bikim. Ji xwe ez mamosteya zimanê Kurdî me. Di mamostatiyê de jî, li ser bingehê ku bikaribim bibim xwedî çanda dayikê xwe perwerde dikim û wisa dixwazim zarokan jî perwerde bikim. Her jin bi keda xwe dikare jiyanê ava bike û xwe bi keda xwe bi rê ve bibe. Daxwaza min ji hemû jinan ew e ku li ser çanda dayikê bijîn û zarokên xwe bidin jiyîn.”

(hs/zt)