'Ji tevgera trans berbi têkoşîna mafê jiyanê’

09:02

Sîbel Yukler/JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN- Ganî Met ya trans ya ji Jiyana Pembe diyar kir ku ew dixwaze vebêje ku tevgera trans çiqas tevgereke kûre û wiha got: “Ev zilmeke mezine. Ez di nasnameya herî jêr dijîm. Ez wek yên din nekarin têkoşîna Kurd, Tirk, Sunî û Zaza bidim. Ez di binî de me. Ji bo min mafê jiyanê bidin nasîn.”

Ji Komeleya Jiyana Pembe Ganî Met, ji têkoşîna nasnameya xwe derdikeve rê û nêrîna xwe ya li têkoşîna jinên Kurd vedibêje. Li gorî Ganî Tirkbûn, xwedî alê, dewletbûn, şerkirin û kuştin pirsgirêka mêrane. Ganî da zanîn ku dewlet-mê ya dijmin li dijî têkoşîna jinê bêtehemule û li dijî vê divê her du nasname jî şer bikin.

*Bi salane ti têkoşîna nasnameyê didî. Ti bûy şahidê gelek têkoşînên nasnameyan. Tevî van ti evqas zextan çawa dinirxînî?
Dema têkildarî Kurdan de diaxivim dibêjin Kurdfobîk, derbarê jinan de diaxivim dibêjin jinfobîk, transan de diaxivim dibêjin transfobîk, hoboyan de diaxiivim dibêjin homofobîk. Ez carna dibêjim lanet lê bê ev sererast nabe. Carna dibêjin jin, kurd vê heq dikin. Ez din ava şer de me. Li vî welatî şerek heye. Ev roportaj ji bo min pir trajîk komîke. Ez li ser bênasnamebûnê polîtîkayê dikim.

*Ti bênasnamebûna li Kurdan tê ferzkirin çawa dixwînî?

Dewlet nasnameya Kurdan tine dike û nasnameyek din ferz dike. Mesele ne bênasnamebûne, mesele eve ku dewlet nasnameya xwe lê ferz dike. Ji bo min ev pirsgirêke.

*Ti bi hezar jinî re çûy Amedê û te bi jinên re hevdîtin kir. Te çi dît, ti bûy şahidê çi?

Dema min tevgera jinê dît, kelecana min zêde bû. Enqereyê jinên femînîst westandibû. Kemalîzm li ser femînîzmê ferz kiribûn. Vê ez westandim. Li Amedê jinên cuda hene. Jinên tirkî nizanin di nava tevgera femînîst de ne.

* Cudahiya di navbera têkoşîna jinan de çiye?
Ez difikirim ku femînîzma rojava û tevgera LGBTÎ bi femînîzma Rojhilata Navîn û tevgera LGBTÎ re tasavurî heman cihê nakin. Ji ber dijminê li wir pir cudaye, dijminê li vir cudaye. Ger bi zimanekî polîtîk bersivê bidî dijminê rojava û bi piştgiriyeke hiqûqî dikarî rizgar bikî, ti neçarî li wir şer bikî. Kurd jî trans divî şer bikin.
Ez çibûm axaftinekê, dayikek gerîla ez pir xemgîn kirim. Bi jinê re gurur hebû. Keça wê miribû. Cesedê keça xwe dixwest. Cesedê wê nedidît. Serbilind bû. Lê bi jinên trans re rewş ne wisa ye. Dema jinên trans dimirin, dayikên wan dibêjin ‘kurê min’ û digirîn.

'Herdu jî heman îşkenceyê dibînin’
*Rastiya ku Kurd û trans neçarin şer bikin çiye?
Bi Kurdan re gurur heye. Di trasbûnê de balkêşiyek heye. Di esasê de azadiyek tê de heye. Ger ti hinek cudabî ti ji hemû nasnameyan rizgar dibû. Kesek ji ber transa kurde nayê kuştin, ji ber transe tê kuştin. Li nasnameya etnîk ya transbûnê nayê mêzekirin. Kes li nasnameya olî nanêre. Ji ber ku ya herî jêre. Transe, mirin heq kiriye. Li ser vê cînayet tên kirin.

* Hun ji ser nasnameya jinbûnê çawa dinirxînin?

Li ser jinê di esasê de nasnameyek etnîk tine. Mêr nasnameya etnîk hildiberîne. Al û çekê berdewam dike. Meseleyên din jinan eleqeder dike. Zayendek li alî hilberîn û hebûnê ye. Mêr jî hewl dide bikuje.

Gerîlayên jin hene.tevgera jinan a vê erdnîgariyê bi lezbiyen û kurdan heye. Tevî ku ez zimanê Kurdan nizanim ez zimanê Kurdan û lezbiyenan dizanim. Derdê jinên lezbiyen û jinên Kurd cudane. Ez ne di tevgera Kurdan deme lê gelek nêzim. Kurdên bi mafên mirovan re mijul dibin li dora min hene.

Ez dibînim ku cesedên trans û gerîlayan heman zilmê dibînin. Mêr zilmê bi cesedên wan dikin. Dozên cudane lê tolgirtin û hêrsa li dijî wan hemane.

*Sedema tolgirtinê çiye?
Ji ku bi çi xwedî dibin? Nefretê. Ji ber ku gerîla dijmine. Lê texrîbata li ser cesedên me hemanin. Pêsîrên me tên jêkirin, malzarok tên parçekirin. Li gerîlayên jin jî wisa dikin. Heman zilmê dikin.
‘Herduyan jib o azadiyê têkoşîn meşand’

*Ti şerê transekê çawa vedibêjî?
Her transek gerîlayeke. Ji ber ku her şev diçe şer. Derdikeve şerê hebûnê. Derdikeve şerê nasnameyê. Tazî, bi makyaj û b iken. Bawer bikin ferqa me ji gerîlayan tine. Wek gerîla tên kuştin, her roj transek tê kuştin. Bi vî awayî nefret ji cesedên gerîla û transan dikin. Ger ti şerê hebûnê bidî ev şer ti car naqede.

*Aliyê têkoşîna Kurd ya xwe digihîne te çiye?
Doza min di herî jêr de ye. Kes min nabîne. Hew min di tevgera Kurd de dît. Em ti rêziknameyê de hene. Em di ti rêziknameyê de tinebûn. Ez li cihekî ku nayê redkirinê me. Ez 46 aslîme. Ez ji malbatek tirk-Sunnî têm. Ev 46 sale ez komkujiyên Kurdna dibînim. Herî zêde ew min fêm dikin. Ji ber ku têkoşîneke nasnameyê heye.”

(dk\hu)