Ji Meclîsa Jinan a DÎK’ê Meclîsa Jinan
09:03
Rojda Oguz/JINHA
STENBOL-Meclîsa Jinan a DÎK’ê kul i dijî îdeolojiya fermî ya îslamê û îdeolojiya mêr têkoşîna xwe dimeşîne, ji bo jinan mescîdek vekirin û îmze avêtin projeyek yekemîn. Endama Meclîsa Jinan a DÎK’ê Perva Înan got: “AKP, DAIŞ’ê û saziyên wek vê îslamiyetê wek şîdet, mirin û hilweşînê nîşan didin. Em jî bo îslamiyetê bi awayekî herî baş nîşan bidin xebatan dimeşînin.”
Di seranserê meha Remezanê de li malan sohbetên girtî hatin kirin û ol wek qada polîtîkayên hat bikaranîn. Herî zêde jinan bertek nîşanê vê da. Li dijî vê Meclîsa Jinan a Kongreya Îslamî ya Demokratîk (DÎK) di rojên borî de ji bo jinan mescîdek vekirin. Jinan eleqeyek mezin nîşan da û endama meclîsê Perva Înan têkildarî wê de axivî. Pervayê diyar kir ku AKP û DAIŞ îslamê reş dikin û wiha got: “Em ji bo îslamê bi awayekî herî baş bidin hînkirin xebatan dimeşînin. Ji ber ku AKP, DAIŞ’ê û saziyên wek vê îslamiyetê wek şîdet, mirin û hilweşînê nîşan didin. Em jî bo îslamiyetê bi awayekî herî baş nîşan bidin xebatan dimeşînin.”
'Em dixwazin xwe bigihînin hemû gelan’
Pervayê destnîşan kir ku armanca wan eve ku xwe bigihînin hemû jin, zarok û ciwanan û ola îslamê bi awayekî herî baş bidin fêm kirin. Pervayê wiha got: “Divê kêmasiyên kesan malî îslamiyetê neyê kirin. Di bin şaş fêmkirina îslamiyetê de rastiya DAIŞ’ê heye. Bûyerên tên jiyîn şaşiyên mislimanane. Tiştên DAIŞ dike şaşiyên wane. Ne yên îslamiyetê ne. Navê din yên îslamiyetê aştiye, hêviye. Vekirina vê mescîdê dema dîrokiye.”
'Em li mizgeftan cuda tên nîşandan’
Pervayê bi lêv kir ku gelê Kurd li metropolan naxwazin biçin mizgeftan û wiha berdewam kir: “Ciwan, extiyar û zarokên me di valahiyekê d ene. Dema diçin mizgeftan li wir nifir li Kurdan tên kirin. Em li mizgeftan cuda tên nîşan dan. Em xwe li wir rehet hîs nakin. Xîtabê me nakin.”
'Emê esasa îslamiyetê bidin’
Pervayê wiha berdewam kir: “Di bi navê perwerdehiyê de mal hatine avakirin û li wan deran îslmaiyet şaş tê nîşandan.Em li vê derê wê perwerdehiyên kuranê û esasa îslamiyetê wê bidin. Emê wisa bikin ku neçin cihên din nîşadperestiyê hîn nekin.”
'Emê ola xwe bi zimanê xwe hîn bikin’
Ayşe Doner ya li Bagcilarê di jî diyar kir ku vekirina mescîdê ji bo wan gelek girînge û wiha got: “Vekirina vir bila ji jinên Kurd re bi xêr be. Bila bibe wesîleya aştiyê.”
Nezahat Suver ya li taxa nû dijÎ jî got ev pêngaveke gelek girînge û got wan her tim xwestiye ku cihekî wisa bê vekirin.
(ck/hu)