Mertalên zindî: Em êdî destûrê nadin dewlet me rêve bibe

09:20

Hulya Okalin/JINHA

AMED – Jinên ku di çalakiya nobeta mertalên zindî ya Licê de cih digirin diyar kirin ku êdî destûrê dandin ku dewleta tirk di welatê wan de desthîlatdariyê bide meşandin.

Di operasyona leşkerî ya di 18'ê hezîranê de li navçeya Licê ya Amedê hatibû destpêkirin de herem ji aliyê hêzên dewletê ve hatibû bombekirin û di serî de goristan, hemû daristan hatin texrîbkirin û şewîtandin. Jinên heremê û yên Amedê jî cara duyemîn goristan neyê texrîbkirin û operasyona leşkeri bê rawestandin dest bi nobeta mertalên zindî kirin.

Nobeta ku ev 6 roj e di nav de jin, zarok û pîrejin jî heyî bi biryarek mezin berdewam dike.Nobeta mertalên zindî ji aliyê gelek welatî û nûneran ve tê ziyaret kirin û piştgiriyê didin nobetdaran. Nobetdarên mertalên zindî bi banga sibê ra bi banga 'Rojbaş'ê şiyar dibin bi kar û xebatekî koleftîf taşteya xwe amade dikin û bi hev re taşteya xwe dikin. Piştî taşteyê nobetdar bi rêzê firaqên xwe dişon û derbasî nava gorîstanê dibin. Gorîstanên ku ji bere bombeyan hatinê xirakirin dibin kelekela germê de bi destên xwe çarek din çê dikin û nû dikin. Nobetdarên ku bi hev re dest diavêjin karên ne razîbûnên xwe jî tînin ziman.

‘Em bi bedenên xwe li hemberî dewletê disekinin’

Jina bi navê Kadriyê Kiliç (67) ku bi dengbêjiyê hemû jinan li dora xwe kom dike diyar kir ku heya operasyon bê rawestandin dê nobeta xwe berdewam bikin. Kadriyê got ku bila dewlet bê me jî wek gora zarokên me bedenên me jî bide ber bombeyan lê em destûrê nadin ku dewletê bi topan êrîşê gorîstanên me neke. Kadriye bîlev kir ku dewleta desthîlatdar hemû tiştên wan ji wan standiyê û niha jî gorîstanên wan bombe dike û naxwaze bên ser gorîstanên zarokên xwe.

‘Dewlet bi salan e me koç dike’

Kader Bulut a ku ev 6 rojin di nobeta mertalên zindî cihê xwe girtiyê jî diyar kir ku bi badenên xwe li hemberî zilm û êrîşên dewletê disekinin û wiha axivî: “Dewlet hemû mal û gundên me şewîtan. Bi salan e ku em li hemû cih û warên xwe tên koç kirin. Niha jî darîstan û welatê me di şewîtin e. Em vê zilmê qabûl nakin û heya dawiyê em ê ji bo welatê xwe li ber xwe bidin.”

‘Erdogan xwin xwarê kurdan e’

Gulîstan Gultekîn ku bi şev û roj di nobetê de yê jî ev tişt got: “Em tev ji bo gorên zarokên xwe û welatê xwe li vir in. Bİ salan e ku em ji bo zarokên xwe gorîstan çê dikin. Dewlet li ser fermana Erdogan xira dike. Lê bila bila ev baş bê zanin ku em destûrê nadin dewletê destdirêjiya gorîstanên zarokên me bike. Ew çi qas xira bike emê disa carek din çekin û bên ser gorîstanên xwe. Erdogan xwin xwarê kurdan e.

Gulçîn Altun jî zilm û zordariyên dewletê ya di salên 90’î de bibirxist û ev tişt got: “Gelê kurd ji salên 90’î ve heya niha ve rastî zilma dewletê hatiyê. Dewletê di berê de malen me şewîtand. Me ji cih û warê me koç kir. Niha jî darîstanên me dişewîtî ne. Lê êdî gelê kurd ne yên bê rê ne. Ji her hemû zilm û zordariyê re serî danaynin û bêdeng namÎnin. Çawa ku dewletê êrîşê gorîstan û darîstanên me kir bi sedan welatî bi dildarÎ bûn mertal û ji bo gora zarokên xwe canên xwe xistin mertal.”
Gulcan di dawiyê de ji bo rawestandina operasyon û şewîtandina darÎstanan bang li hemû jinan kir ku xwedÎ li Licê derkevin û tevlî çalakiya wan bibin.

Nobetdar êvarê li ber agirê bi stranên şoreşî û dengbêjiyê nobeta xwe berdewam dikin.

(zt)