Ji heyeta Swêdê ji bo Nisêbînê serdan
11:08
JINHA
AMED – Heyeta Swêdê ya ji bo piştevaniya Şaredariya Nisêbînê hat û li Amedê KJA ziyaret kir.
Endamên şaredariya Soderhamn a Swêdê, Azad Faruk Alan, Gustafsson, Mats Lindstrom û rojnameger Joakim Medîn jî di nav de di çarçoveya şaredariya birastiyê de çûnserdana şaredariya Nisêbînê. Heyeta hat Amedê çûn serdana KJA’yê û ji aliyê endamên dîplomasiya KJA’yê ve hat pêşwazî kirin. Benny Gustafsson diyar kirin ku ji bo Nisêbînê bibînin hatine lê destur nedane biçin û wiha got: “Li wir çi dibe, ji me çi tê veşartin, em nizanin. Lê emê bibin şopdarê vê.” Heyetê got ew wê hevdîtinên xwe bikin rapor û bi rayagiştî ya Swêdê re parve bikin.
Heyet wê serdanên xwe bidomînin.
(gc\hu)