Jinên Êlihê: Her ku hun hilweşînin emê ava bikin

09:35

Zeynep Akin/JINHA

ÊLIH –Jinên Êlihê bertek nîşanê şewitandina daristanan û bombebarankirina çiyan da û got: “Dest ji êrîşa li dijî bajar, navçe, gund û xwezaya me berdin. Em dizanin cihên ku hun wêrand ikin ji nûve ava bikin. Emê piştavaniya bi wan bajaran re bilind bikin.”

Jinên Êlihê bertek nîşanê şewitandina daristanên li Licê û Çiyayê Cudî ya li Şirnexê dan û destnÎina kirin ku got zîhniyeta kesên li Kurdistanê vê komkujiyê dike û ya DAIŞ’ê wek hevin. Jinan destnîşan kir ku bi şewitandin, kuştin û hilwşandin nekarin Kurdan biçewisînin û got di dest ji van polîtîkayên qirêj bên berdan.

'Kurd wê dest ji berxwedana xwe bernedin’

Ji jinan Mehdiye Tapkan da zanîn ku çiya û daristanênKurdistanê bi zanebûn tên şewitandin û wiha berdewam kir: “Bila dest ji bombebarankirinê berdin. Dixwazin Kurdan bit irsînin, bi çewisînin. Kurd ti car tine nabin. Wê mafên xwe biparêzin. Bi salan eli ser Kurdan lîstikên qirêj hatin lîstin. Komkujî hatin kirin. Lê Kurd zêde bûn. Zêdetir têkoşiya. Çi dikin bila bikin Kurd wê dest ji berxwedana xwe bernedin.”

'Emê xwedî li Licê û Cudî derkevin’

Ayşe Ergulê jî bi lêv kir ku wê têkoşîn û berxwedana xwe berdewam bikin û wiha pê de çû: “Em bi dijminekî ku ji cenazeyên me ditirsin re rû bir û ne. Davutoglu dibêje emê Kurdistanê pqij bikin. Yê piştî wî hatiye jî dibêje me Kurd bê bîhn hiştiye. Hun nekarin Kurdan biqedînin. Hun yekî dikujin 10 heb tên şûna wî. Emê bi can û dilê xwe xwedî li Licê û Cudî derkevin. Heta em sax bin emê têbikoşin. Em ti car dest ji vê dozê bernadin.”

'Emê piştevaniyê bilind bikin’

Ji Meclîsa Dayikên Aştiyê Nuran Seçkîn jî diyar kir ku bi înat li dijî kesên welat vediguherîn şer wê bibêjin aştî û û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dest jê berdin, êrîşê xweza, gund û navçeyên men ekin. Em dizanin cihên ku we hilweşandine ava dikin. Emê li wan bajaran piştevaniyê mezin bikin. Emê nanê xwe parve bikin. Ji ber vê yekê dest ji polîtîkayên qirêj berdin.

Nuranê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku her ku êrîş zêde dibin Kurd zêdetir têdikoşin. Nuranê da zanîn ku divê ev polîtîkayên qirêj demildest bi dawî bibe û di demeke kurt de bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtin bê kirin.

(mg\hu)