‘Li dîroka me binêrin me ticarî axa xwe neberdaye’
09:41
Bêritan Elyakut/JINHA
AMED - Jinan li hember qirkirin û polîtîqayên dewletê yên koçberiyê ku li Lîceyê dayî destpêkirin wiha bertek nîşandan: “Gel PKK ye û PKK jî gele. Ji bo vê jî em tucar xilas nabin û em tucar dev ji axa xwe bernadin.”
Li navçeya Lîceya Amedê piştî ‘qedexeya derketina kolanana’ hat îlan kirin êrîşên hêzên dewletê zedetir bûn. Lê li hember van êrîşan jin li Lîceya ku xwedî dîroka berxwedêr xwedî derkêtin û axa ne terikandin û berxwedana xwe berdewam kirin. Hêzên dewletê ji aliye kî ve Lîce bi bombêyên giran bombebaran kirin û ji aliyê din ve jî daristan dan ber agir. Bi teybetî hêzên dewletê gef li welatiyên ku malên wan li gund kirin û îşkence li gundiyan kirin. Çar welatî ji ber îşkenceyê hatin qatilkirin. Ji bo Lîceyê gelê Amedê li kolana çalakî li dar xistin û nobet girtin.
'Hîn gelê kurd nasnakirine’
Jinan li hember êrîşên ku li ser Lîcê tên kirin bertek nîşandan û gotin ku gelê Lîcê tucar serî li hember qatlîam û polîtîqayên dewletê netewandine û tucar serî natewînin. Delal Eser a ku di nobetê de cih digire wiha axivî: “Bi zanebûn hêzên dewletê xanî kolan xirakirin û dan ber agir. Gotin qey dema ew bajaran bidin ber agir dê kurd bi terikenin, lê hîn gelê kurd nasnekirin e. Vî gelî di salên 90’an de axa xwe neterikandiye, ma wê niha bi terikînin.”
'Piştî her qatlîamê têkoşîna me mestir dibe’
Delalê da zanî ku bi salane dewlet li hember gelê kurd polîtîqayên qirkirinê dixe dewrê, lê kurd hîn bêhtir girêdayî têkoşîna xwe dibin. Delalê anî ziman ku li hember van qatlîman jin û ciwan dibin yek û wiha axaftina xwe berdewam kir: “Ji bo dewlet ji wekhevbûna me ditirse bi dijmînatî êrîş dike. Piştî her mirinekî ye ku sax dimînin bi heztir dimînin. Dewletê bi destê xwe qehra nava me mestir kir. Bila ne li bendê bin ku gel ji qatlîama Lîcê re serî bi tewînin. Ji bo ku gelê Lîcê di salên 90’an de jî li hember qatlîama têkoşîn dan. Hişmendiya îro jî wekhevbûna kurda tahamûl nakin.”
'Em ê di kesayeta Lîcê de bibin bersiva qatlîaman’
Delalê diyar kir ku piştî qatlîamê li cenaza îşkence kirin û çapêmeniya tirkan ev qatlîam wek ‘operasyona esrarê’nîşan da û xwestin çavê gel bitirsînin. Delalê got: “Divê hemû kes li hember qatlîam, îşkence, qirkirin û polîtîqayên dewletê derkeve. Piştî Cizîr, Gever, Nisêbîn, Şirnex û Sur bila gel ji bo Lîce jî bibin yek dil û xwedî li Lîce derkevin. Li Cizîrê gel hat şewitandin li Surê ciwan dibin panzeran de hatin perçiqandin û li Şirnexê jî cenaze bi pişta panzera ve hatin kaşkirin. Divê îro li Licê em bibin bersiva qatlîama em bêdeng nemînin. Em ê bi têkoşîna xwe diwarê tirsê hilweşînin. Em êdî na rûnin û em ê bêdeng nemînin.”
'Em ê riya şervanên xwe bidomînin’
Jina bi nave Mûyesser Ûlker jî got ku her roj Serokomar Tayip Erdogan daxwiyaniyê ‘xirakin û bi şewitînin’ dike û Erdogan têkoşîna kurdan a 40 salî nabîne. Mûyesserê wiha dom kir: “Erdogan xwe bi xwe tune dike. Kî hat ser îktîdarê xwest bi peran kurdan xilas bike, lê nikarîbûn bi vîna kurdan. Niha li çiyayên Lîcê û Kurdistanê qatlîam tên kirin. Dewlet zarok, ciwan û jinan qatil dike. Çi bikin bila bikin PKK gele, gel jî PKK ye. Em ê riya şervanên xwe yên ku li çiya şerdikin bernedin.”
'Ez ji PKK’ê bawerdikim û bi hêvîme’
Mûyasserê da zanîn ku bila êdî dewlet destê xwe ji ser kurdan bikşîne û banga yekîtiyê kir û ev tişt got: “Hey em nebin yek de qatlîamê mestir çêbibin. Bi teybetî bangî jinan dikim werin em xwedî li zarokên xwe derkevin. Besê êdî bila ev qatlîam bi dawî bibin. Çawa baweriya min ji xwidê heye ez ji PKK’ê jî bawerdikim û bi hevî me.”
(dt/zt)