'Tehdîda li Sebahatê li me hemûyan hatiye kirin’

10:16

JINHA

STENBOL- Jinên nivîskar, siyasetmedar û femînîst bertek nîşanê tehdîda mirinê ya polîsan a li hevseroka Giştî ya DBP’ê Sebahat Tuncelê dan û gotin ew li gel Sehabat Tuncelê ne û wiha gotin: “Tehdîda li wê hatiye kirin li hemûyan hatiye kirin. Ji ber vê jî divê piştevaniya jinê bê bilindkirin.”

Di rojên borî de hevseroka Giştî ya DBP’ê Sebahat Tuncel li Hezexa Şirnexê ji aliyê hêzên dewletê ve rastî tehdîda mirinê hatibûn. bertekên li dijî vê her diçin zêde dibin. Femînîst Hulya Osmanagaoglu, nivîskar Ayşe Duzkan û ji parlamenterên berê yê CHP’ê Melda Onur û Bînnaz Toprak, êrîşa li dijî Sebahat Tuncelê nirxandin.

'Sebahat yek ji kesên girîng yê berxwedana jinê ye’

Femînîst Hulya Osmanagaoglu diyar kir ku şer êdî berê xwe dide jinan û berxwedana jinan a di şer de û wiha got: “Em jinên ku yek bi yek tên înfazkirin û bedena wan tên teşîrkirin dibînin. Ev jî mafdariya di nêrîna me de nîşan didin. Sebahat Tuncel di berxwedana têkoşîna jinê de kesek girînge. Yek ji kesên girîng ya têkoşîna jinê ye. Piştgirî daye têkoşîna femînîst û di meclîsê de têkoşîna jinê bilind kiriye.”

'Divê piştevaniya jinê bê bilindkirin’

Hulyayê diyar kir ku di pêvajoya ku li Hezexê komkujiyên giran dihatin jiyîn de Sebahat çûye wir û ev jî di alî bilindkirina têkoşînê de gelek watedare û wiha berdewam kir: “Dewletê ev dît û xwest bi tehdîdê biçewisîne. Sebahat hevalek me ya ku bi salane di nava têkoşînê de ye. keseke ku ne di têkoşîna Kurd de û ne jî di têkoşîna jinê de şûnde diçe ye. Ji br vê tehdîda li Sebahatê hatiye dkirin di esasê de li hemû jinan hatiye kirin. Ji ber vê divê piştevaniya jinê bê bilindkirin.”

'Li holê ye ku kî siyasetmedaran hedef nîşan dide’

Parlametnera berê ya CHP’ê Melda Onur jî got ev ne êrîşa yekem ya li dijî Sebahat Tuncelê ye û wiha pê de çû: “Kî siyasetmedaran hedef nîşan dide li holê ye. desthilatdarî an jî polîs, li dijî nasnameya siyasetmedaran rêzdariyê nîşan nede jî divê li dijî sedhezarên dengê xwe dane wan rêzdariyê nîşan bidin. Yanî ev bi tena serê xwe ne meseleya polîse, ev feraseta kadroyên biniye. Emê her tim li dijî vê têbikoşin.”

'Polîs bi maeşa ku ji min digire nekare kesî tehdîd bike’

Parlamentera berê ya CHP’ê Bînnaz Toprak jî got ev helwesta polîs a li dijî Sebahatê nêzîkatiyek gelek nebaşe û got: “Nêzîkatiyek wisa ya polîsekî ya li dijî parlamentereke berê, ti car nayê qebûlkirin.”

Nivîskar Ayşe Duzkan jî wiha got: “Polîs bi baca ku ez didim maeşê digire û nekare mirovekî tehdîd bike. Ne girînge ku kê tehdîd dike. Polîs maeşa xwe j imin digire û mafekî wî yê wisa tine.”

(rt/hu)